Li kolanên Serêkaniyê denge şanoya jinan

Yekitiya Jinên Ciwan a Rojava li Serêkaniyê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya ser Jinan, şanoyeke kolanan pêşkêş kir.

Li kolanên Serêkaniyê denge şanoya jinan
21 mijdar, 2018   12:50

HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a Rojava, li Serêkaniyê bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan şanoyeke kolanan pêşkêş kir. Şano li cem Çerxerêya Berîdê hat pêşkêşkirin. Şano li ser astengiyên ku hişmendiya baviksalar li ser jinan ferz dike, zewaca di temenê biçûk de û tundiya fîzîkî, psîkolojîk û îdeolojîk hatibû amadekirin.

Dema ku jinan rê girt û şano pêşkêş kir, gelê li sûkê bi baldarî li şanoyê temaşe kir. Piştî ku şano bi dawî bû, jinan bi çepik û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” şano bi dawî kir.

Endamê Yekitiya Jinên Ciwan a Rojava Stêrk Andok destnîşan kir ku armanca wan ew e ku rastiya jinan di civakê de, li kolanan nîşanî gel bikin û diyar kir ku wan îro şano li Serêkaniyê pêşkêş kiriye, her wiha dê sibê li Qamişlo û 23’yê mehê jî li Dêrikê pêşkêş bikin.

(bm)

ANHA