Meclisa Rêveber bi komîteyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa jinan û mekanîzmaya karê wan bi Desteya Jinan û komîteyên jinan ên rêveberiyên xweser û sivîl re nîqaş kirin.

Meclisa Rêveber bi komîteyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya
21 mijdar, 2018   12:59

GIRÊ SPÎ

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek bi Desteya Jinan û komîteyên jinan ên rêveberiyên xweser û sivîl re li dar xist.

Civîn li navenda desteyên Rêveberiya Xweser li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî pêk hat. Di civînê de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid û cîgira wê Rohilat Arif û seroka Desteya Jinan Cîhan Xidro, nûnerên komîteyên jinan di Rêveberiya Xweser û Sivîl de, amade bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê beşdaran rewşa jinan li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mekanîzmaya karê komîteyên jinan di van bajaran de û zehmetiyên ku rastî wan tên, ji komîteyên biçûk li taxan heta komîteyên jinan ên rêveberiyên sivîl û xweser, nîqaş kirin.

Beşdaran komîteyek ji bo danîna sîstema hundirîn a Desteya Jinan ava kir. Her wiha li ser çalakiyên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rasthatina Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan jî axivîn.

Di dawiya civînê de, rojek ji bo civîna mehane ya Desteya Jinan bi komîteyên wê yên rêveberiya xweser û sivîl re hate diyarkirin.

(jo)

ANHA