Li navçeya Sirrînê navenda kedkaran hate vekirin

Bi armanca pêşxistina karên kedkaran li navçeya Sirrîn a kantona Kobanê, navendek ji bo kedkaran hate vekirin.

Li navçeya Sirrînê navenda kedkaran hate vekirin
Li navçeya Sirrînê navenda kedkaran hate vekirin
Li navçeya Sirrînê navenda kedkaran hate vekirin
Li navçeya Sirrînê navenda kedkaran hate vekirin
21 mijdar, 2018   12:46

KOBANÊ

Li navçeya Sirrînê ya girêdayî kantona Kobanê navendeke nû ji kedkaran re bi şahiyekê hate vekirin. Di vekirina navendê de bi dehan endam û rêveberên saziyên Sirrîn û Kobanê amade bûn.

Hevseroka MeclisaTevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM) li kantona Kobanê Şêrîn Osman û li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce axaftin kirin. Di axaftinan de vekirina navendê hate pîrozkirin û wiha hate gotin: "Em dixwazin di nava Sirînê de karker zêde bibin, vekirina navendeke wekî vê bi taybet li Sirînê cihê serbilindiyê ye. Em hemû dizanin ku her tim destê karker bi ser dikeve. Kedkar bingeha avakirin û pêşxistina civakê ne, vekirina navedeke wekî vê girîng e, bi taybet li navçeya Sirînê.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, deriyê navendê ji aliya dayîka şehîd Ebûd ve hate vekirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(hk)

ANHA