‘Jin kêlî bi kêlî azad dibin’

Di nava rêzeçalakiyên ji bo 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan, îro Kevana Zêrîn li Qada Jina Azad şanoyek pêşkêş kir.

‘Jin kêlî bi kêlî azad dibin’
‘Jin kêlî bi kêlî azad dibin’
‘Jin kêlî bi kêlî azad dibin’
‘Jin kêlî bi kêlî azad dibin’
‘Jin kêlî bi kêlî azad dibin’
21 mijdar, 2018   11:30

KOBANÊ

Kevana Zêrîn di nava rêzeçalakiyên ji bo 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan de, şanoyek li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê pêşkêş kir.

Bi dehan mamoste, endamên jin ên saziyan û jinên Kobanê li Qada Jina Azad amade bûn û li şanoyê temaşe kir. Di destpêkê de axaftinek ji aliyê rêvebera Kongreya Star Wehîde Omer ve hate kirin, Wehîde Omer wiha got: "Divê jin her tim azadiya xwe bixwazin, şîdeta li ser jinan şîdeta li ser civakê ye, ji ber ku jin civak bi giştî ye, ne tenê nîvî ye."

Her wiha Kevana Zêrîn şanoya bi navê "Na ji şîdeta li ser jinan re" pêşkêş kir. Şano bi dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.

Girêdayî heman mijarê de Buroya Jin a Partiya Sûriyê Paşerojê şaxê Kobanê daxuyaniyek da, têde gotin ku ew ê tekoşîna xwe bilind bikin, daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Buroya Jin Ronahî Kenan li pêşiya navenda Partiya Sûriyê ya Pêşerojê hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Jin berê û heta niha bûye qûrbana zihniyeta baviksalarî ku li ser civakan hatiye ferzkirin û bi rêya qanûnên neheq û adetên paşverû maf û azadiya wê jê standin, jin zeyif kirin, ew bi saxî veşartin û sucdarkirin.

Em wek buroya jin di partiya Sûriyê Pêşerojê baweriya xwe bi maf û azadiya jinan dikin. Zihniyeta baviksalarî ku hêza xwe kuştina jinan de dibînin red dikin, herwiha em baweriya xwe bi rêya derxistina qanûnên taybet bi jinan dikin ku em ê li ser rêya dayîna mafên jinan bin.  

Em wek jinên Sûrî zihniyeta kuştin û şideta li dijî jinan red dikin, em soz didin em ê tekoşîna xwe li hember zihniyeta paşverû bilind bikin û edaletê di nava civakê de belav bikin ku zilima li ser jinê rabikin û civakê bilind bikin û edalet û wekheviyê pêk bînin.

Hêjayî gotinê ye ku Kongreya Star û Rêxistina Sara di 14`ê Mijdarê de dest bi pêngava gelek çalakiyên rasthatina roja cîhanî ya tekoşîna li dijî şideta li ser jinan.

(şm/jo)

ANHA