Li Şehbayê 3 zarok di encama teqîna bombeyeke guşî de birîndar bûn

3 zarokên ji kampa Efrînê dema ku di zeviyên çandiniyê de li rojavayê kampê dilîst, bombeyeke guşî bi wan ve teqiya û di encamê de birîndar bûn.

Li Şehbayê 3 zarok di encama teqîna bombeyeke guşî de birîndar bûn
Li Şehbayê 3 zarok di encama teqîna bombeyeke guşî de birîndar bûn
Li Şehbayê 3 zarok di encama teqîna bombeyeke guşî de birîndar bûn
Li Şehbayê 3 zarok di encama teqîna bombeyeke guşî de birîndar bûn
16 mijdar, 2018   12:14

ŞEHBA

Bombeyeke guşî (bombeya xwedî bandora parçeyî) ji bermahiyên DAIŞ`ê bi 3 zarokan Mihemed Midewir Şêxo (7), Werdê Şêxo (7) û Cefer Şêxo (12) ve dema ku di nava zaviyên çandiniyê de li rojavayê kampa Efrînê dilîst, teqiya. Her sê zarok rakirin Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê.

Kadroyên tenduristiyê di nexweşxaneyê de diyar kir ku her sê zarok ji gelek cihên laşê xwe birîndar bûne û dê di nexweşxaneyê de bêne dermankirin.

ANHA