Şêxên êlên Reqayê êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî Bakurê Sûriyê şermezar kirin

Şêx û rûspiyên êlên bajarê Reqayê êrîşên dagirkeriya Tirk der heqê herêmê Bakurê Sûriyê de şermezar kirin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Şêxên êlên Reqayê êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî Bakurê Sûriyê şermezar kirin
16 mijdar, 2018   07:14

HEMED EL-MISTEFA- EMAR EL-XALID / REQA

Têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirk der heqê herêmên Bakurê Sûriyê de şêx û rûspiyên êlên bajarê Reqayê ji ajansa me re axivin.

Şêx êla El-Emûr Mihemed Qehît El-Umer got:"Em weke şêxên êlên bajarê Reqayê êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê şermezar dikin. Armanca êrîşan têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye. Îro herêm li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş dijîn, ji ber wê Tirkiye bi zanabûn amûrên xwe ji bo têkbirina ewlehiya herêmê bi kar anî û bi rêya şaneyên veşartî hewl dide tevliheviyê di nav herêmê de  belav bike."

Di berdewam gotinên xwe de Şêx Mihemed sersaxî ji malbata Sara ya 6 salî ku di encama êrîşên dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû xwest û wiha domand:"Sara bû qurbana destwerdana Tirkiyê. Em hemû Sara ne û ji bo azadî û silametiya gelê me li Bakurê Sûriyê em amade ne hemû şehîd bibin.”

Di dawiyê de şêxê êla El-Umer bêdengiya navdewletî li hember êrîşên Tikriyê şermezar kir û bang li Meclisa Ewlehiya Navdewletî kir ku binpêkirinên Tirkiyê bi dawî bikin.

Ji aliyê xwe ve Şêx êla Hatêm El-Tay, Elî El-Elî têkildarî mijarê axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş wê vîna wan xurtir bike.

Şêx El-Elî wiha li gotinên xwe zêde kir:"Bajarê Reqayê bû gora çeteyên DAIŞ'ê. Bakurê Sûriyê wê bibe gora xewnên Tirkiyê di vegerandina hegemoniya xwe li herêmê de. Her wiha em bang li dewletên cîhanê dikin ku êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî herêm bi dawî bikin."

Di dirêjahiya gotinên xwe de şêx El-Elî wiha got: "Em weke şêxên êlên bajarê Reqayê bi hêzên xwe re ne. QSD'ê serkeftin lipay serkeft bi dest xist û bi sedan şehîd da. Em soza didin şehîdan em ê rêya wan ta bidestxistina serfiraziyê li tevahiya Sûriyê bişopînin."

Têkildarî heman mijarê Şêx Dehman El-Elî yek ji şêxên êla El-Efdalê bang li şêniyan kir ku li dijî êrîşan bisekinin û ev tişt anî ziman:"Baweriya me bi QSD'ê mezin e. QSD'ê ji ciwanên hemû pêkhateyên herêmê pêk tê. QSD'ê dikare bersiva hemû êrîşan li dijî herêmê bide."

Di dawiyê de Şêx Dehman destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriya Tirk bi têkçûna çeteyên DAIŞ'ê li Bakurê Sûriyê hemwext in û wiha got: "Tirkiye bi van êrîşan hewl dide tevliheviyê li herêmê derbixe û Pêngava Bagera Cizîrê ku qonaxa xwe ya dawî bi Şerê Tinekirina DAIŞ'ê asteng bike. Ev kûrahiya têkiliya Tirkiyê bi DAIŞ'ê re teqez dike."

(şx)

ANHA