‘Kongreyên ku gelê Sûriyê tê de neyên beşdarkirin destekê didin berjewendiyên derve’

Îlham Umer destnîşan kir ku kongreyên ku gelê Sûriyê tê de neyên beşdarkirin piştgiriya berjewendî û ajandeyên derve dike. Ji aliyê xwe ve Cîhan Mihemed diyar kir ku hindek ajandeyên derve di serî de Tirkiye hewl didin tevliheviyê di navbera pêkhateyên Sûriyê belav bikin.

‘Kongreyên ku gelê Sûriyê tê de neyên beşdarkirin destekê didin berjewendiyên derve’
16 mijdar, 2018   06:32

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Girêdayî pêşdeçûnên ku li ser asta Sûriyê rû didin, neçareseriya aloziya Sûriyê û armancên wê, Endama Hevserokatiya Meclisa Sûriyê Demokratîk Îlham Umer û endama Rêveberiya Jinan a Meclisa Sûriye Demokratîk Cîhan Mihemed ji ajansa me re axivin.

‘Mudexeleyên di kar û barê Sûriyê de alozî kûrtir kir’

Endama Meclisa Hevserokatî ya Meclisa Sûriyê Demokratîk Îlham Umer destnîşan kir ku bi destpêkirina aloziya Sûriyê re gelek dewlet bi navên cûda mudexeleya Sûriyê kirin, tenê ji bo bighêjin armancên xwe û xizmeta ajandeyên xwe yên li Sûriyê bikin û wiha domand: "Mudaxeleyên wan dewletan aloziya Sûriyê kûrtir kir. Azarên gelê Sûriyê zêde kir û bû sedema dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê re. Destura ku Tirkiyê ji Rûsiyê wergirtiye da ku Efrînê dagir bike mînaka vê yekê ye."

‘Tirkiye bi van êrîşan hewl dide temenê DAIŞ'ê li herêmê dirêj bike’

Îlham destnîşan kir ku hin hêz û dewletên ku mudaxeleya Sûriyê dikin, berjewendiyên wan dijber hev dibin û da ku pirsgirêkên xwe çareser bikin di bin navê Sûriyê de civîn û kongreyan li dar dixin, lê di bingeh de kongeryên berjewendiyan e û ev nirxand kir:"Gelo civîna çaralî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê bû!? Na, ne wisa ye. Gelo çi ye ew civîn û kongreya ku bê hebûna gelê Sûriyê li dar dikeve? Ev civîn temenê aloziya Sûriyê dirêj dikin. Her wiha piştî civîna çaralî Tirkiyê êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê kir. Tirkiye bi van êrîşan hewl dide temenê DAIŞ'ê li herêmê dirêj bike."

‘Çareserî danûstandina Sûrî-Sûrî ye’

Di dawiya axaftina xwe de Îlham Umer got: "Aloziya Sûriyê bi danûstandina Sûrî-Sûrî çareser dibe. Gelê Sûriyê bi rêya guftugoyan dikare vê arîşeyê derbas bike. Ji ber wê em weke Meclisa Sûriye Demokratîk ji bo lidarketina komxebat û mûzakeriyên Sûrî-Sûrî, ji bo çareseriya aloziya Sûriyê dixebitin. "

Ji aliyê xwe ve endamê Rêveberiya Jinan a Meclisa Sûriye Demokratîk Cîhan Mihemed diyar kir  ku rêjîma Sûriyê û dewletên ku mudexeleya Sûriyê dikin, şoreşa aştiyane veguherandin şoreşeke çekdarî û wiha got: "Şoreşa Sûriyê aştiyane bû. Armanca wê demokratîk, wekhevî û edalet bû. Lê hin ajandiyên ku mudexeleya Sûriyê kirin û çûyîna komên çekdar li pey ajandeyên derve û bi taybet Tirkiye, şoreşa veguherand aloziyekê. Nakokiyên di navbera van komên çekdar û ajandeyan de hewl dan tevliheviyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de gur bike. Li hindek herêman armanca xwe pêk anîn. Lê li Bakurê Sûriyê di pilanên xwe de têk çûn."

Di dawiyê de Cîhan Mihemed ev tişt anî ziman:"Li Bakurê Sûriyê negihiştin armancên xwe. Gelê herêmê baş têghiştiye armancên wan ajandeyan. Ji ber wê jî bi rêya binpêkirinên xwe yên sûcdar hewl didin tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derbixin. Mîna bûyerên ku li Reqayê beriya çend rojan rû dane."

(şx)

ANHA