Li Kobanê çêkirina komira daran

Welatiyên Kobanê ji bo karekî ji xwe re peyda bikin di pîşeyên cuda de dixebitin. Hin welatiyên Kobanê ji bo debara xwe wergirin, komira daran çêdikin, tevî ku li herêma Kobanê dar hindik in.

Li Kobanê çêkirina komira daran
Li Kobanê çêkirina komira daran
Li Kobanê çêkirina komira daran
15 mijdar, 2018   11:27

ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Komira daran û ya kevirî ji serdemên kevnar ve tên bikaranîn. Pîşeya çêkirina komira daran yek ji pîşeyên welatiyên Kobanê ye.

Welatiyê bi navê Mihemed Muslim li rex 3 xizmên xwe komira daran çêdike û pê debara malbata xwe peyda dike. Muslim got astengiya rastî wan tê ew e ku dar li herêmê hindik in û ew ji cotkaran darên hişk bûne dikirin û komira daran jê çêdikin. Muslim diyar kir ku ew ji darên zeytûnan û behîvan komirê çêdikin.

Muslim bi vê armancê kargeheke xwe ya çêkirina komirê ava kiriye û rêbaza çêkirina komirê bi berfirehî şîrove kir û got ku ew daran bêyî ku bişewitin dikin pizot û piştre oksîjenê li ser qut dikin da ku wekî xwe bimîne û her careke çêkirina komirê hefteyekê dirêj dike.

Piştre komira hatiye çêkirin, hûr dikin û di bazarên Kobanê de difiroşin.  Muslim da zanîn ku ew mehane nêzî 10 ton komir çêdikin û giştî komira wan li Kobanê tê firotin.

ANHA