Yekitiya Ewropayê DYA û Rûsya hişyar kirin

Yekitiya Ewropayê bang li DYA`yê kir ku neyîniyên ji hevpeymana sînordarkirina roketên navînavêj û nêzavêj derketinê, di ber çavan re derbas bike. Her wiha ji Rûsyayê xwest ku li gorî hevpeymanê tev bigere.

Yekitiya Ewropayê DYA û Rûsya hişyar kirin
15 mijdar, 2018   11:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra Awusturyayê Caroline Adstastler di daxuyaniya vekirina rûniştina ewlehiyê li Ewropayê û hevpeymana roketên navînavêj de wiha got: "Me ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pirsa neyîniyên ji vekişîna hevpeymanê kir û ji Rûsyayê jî daxwaza pêkanînê kir... Derketina ji hevpeymanê sûdê nade tu kesî."

Li gorî nûçeya Reutersê di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin: “Hevpeyman bûbû kevirekî bingehîn ji bo rizgarkirina ji çekên nukleerî. Berpirsyariya tunekirina çekên nukleerî li cîhanê ji Rûsya û Amerîkayê tê xwestin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku serokê DYA’yê Donald Trump diyar kiriye ku welatê wî dê ji hevpeymana roketên navînavêj û nêzavêj vekişe. Her wiha DYA dê li ser xurtkirina hêza xwe ya nukleerî bisekine heta dewletên din şiyar dibin.