Şêniyên Bakurê Sûriyeyê: Tirkiye teror bi xwe ye

Şêniyên Bakurê Sûriyeyê destnîşan kirin ku ji êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê du aliyên wê hene. A yekê; Tirkiye hewl dide rê li ber DAIŞ'ê ji nû ve veke û ya duyemîn jî têkbirina projeya Neteweya Demokratîk û biratiya gelan e.

Şêniyên Bakurê Sûriyeyê: Tirkiye teror bi xwe ye
15 mijdar, 2018   08:01

ŞIHAB EHMED / QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker li dijî gundên ser sînorên di navbera Bakurê Sûriyeyê û Tirkiyeyê bi çekên giran û navîn êrîşan pêk tîne. Her wiha sekvanên artêşa Tirk a dagirker şêniyên ku diçin zeviyên xwe, dikin hedef. Ji destpêka Mijdarê ve dagirkeriya Tirk êrîşên xwe zêde kirine. A herî dawî qetilkirina zaroka bi navê Sara ye. Sekvanên artêşa Tirk a dagirker li gundê Til Fender ê rojavayê Girê Spî dema Sara Mistefa ya 6 salî ji dibistanê vedigerî male, kirin hedef û ew qetil kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker rastî nerazîbûnên hemû pêkhateyên civaka Bakurê Sûriyeyê hatin. Her wiha bêdengiya navdewletî li hember van êrîşên neqanûnî û neexlaqî hate şermezarkirin. Ji aliyê xwe ve şêniyên Bakurê Sûriyeyê êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê bi sûcekî hovane bi nav kirin û diyar kirin ku Tirkiye qanûnên navdewletî paşguh dike.

Ewlehî û aramiya Bakurê Sûriyeyê timayên Tirkiyeyê tehdît dike

Têkildarî mijarê Xesan El-Abdullah ê ji gundê El-Zerqaî yê girêdayî bajarokê Cezayê wiha got: "Hêzên mêtinger û dewleta Tirk a faşîst dibînin ku ewlehiya civakî û fikrî ku li herêmên Bakurê Sûriyeyê pêk hatine, timayên wan ên mêtingeriyê tehdît dikin. Ev helwest di êrîşên yekser de li dijî gundên Bakurê Sûriyeyê yên ser sînor xuya bû û bi taybet Kobanê û Girê Spî."

El-Abdullah teqez kir ku sedemên êrîşan ên nêz û dûr hene û wiha dewam kir:"Sedemên dûr ew in ku Tirkiye alîgir û piştgira DAIŞ'ê ya sereke ye. Piştî ku QSD'ê DAIŞ li Sûriyeyê tengav kir, Tirkiyeyê hewl da rê ji DAIŞ'ê re veke. A nêz têkbirina projeya Neteweya Demokratîk û biratiya gelan e. Di berdewama gotinên xwe de El-Abdullah ev tişt anî ziman: "Ev êrîş dê berxwedan û têkoşîna me ya pêkanîna projeya demokratîk mezin bike. Em li ber xwe didin da ku vê projeyê li tevahî Sûriyeyê pêk bînin."

Ji aliyê xwe ve Xalib El-Sadûn binpêkirinên dagirkeriya Tirk li dijî Girê Spî, Kobanê û herêmên Bakurê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got: "Bila dewleta Tirk baş bizane ku em bi xaka xwe ve girêdayî ne. Komployên ku dewleta Tirk li ser sînorên Bakurê Sûriyeyê pêk tîne, dê di serê wê de biteqin."

El-Sadûn teqez kir ku hemû pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryanan bi xaka xwe ve girêdayî ne û dê parastina wê di hemû warên çandî, siyasî û leşkerî de bikin.

Girêdayî heman mijarê Mihemed El-Şemrî, êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kir û wiha got: "Her tim ji bo êşandina gelê Sûriyeyê dixebitin. Gelo çi ji me dixwazin? Gelo dixwazin rûmeta Osmaniyan vegerînin? Gelo dagirkirina Sûriyeyê heta 400 salan têra wan nekir?"

El-Şemrî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em ê li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin. Em dagirkirina beşek ji Sûriyeyê qebûl nakin. Tirkiye îdia dike ku ew li dijî terorê ye. Lê ew teror bi xwe ye. Em weke şêniyên navçeya Til Hemîsê van êrîşan şermezar dikin."

(şx)

ANHA