Gelê Reqayê du şehîdên xwe oxir kirin

Cenazeyê endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Reqayê Elî El-Senayîl û Elî El-Cirêb bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîdan a li gund Hikûmiyê hatin veşartin.

Gelê Reqayê du şehîdên xwe oxir kirin
Gelê Reqayê du şehîdên xwe oxir kirin
Gelê Reqayê du şehîdên xwe oxir kirin
14 mijdar, 2018   16:45

REQA

Endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Reqayê Elî El-Senayîl û Elî El-Cirêb dema erka xwe pêk di anîn şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên bajarê Reqa û gundewarên wê ji bo oxirkirina cenazeyên herdu şehîdan li Çerxerêya Firûsiya kom bû. Girseya gel piştî wergirtina cenaze bi kerwanekî erebeyan ber bi Goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiyê ve ketin rê.

Li Goristanê axaftin hatin kirin. Rêberê Komîteya Hindirîn a Reqayê Îvan Xelîl, Rêvebera Meclisa Cezra Xedîce El-Hemed û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesan Elo axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza şopandina xeta wan hate dayîn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hela El-Hesen wesîqeyên şehadetê xwendin û radestî malbatên wan kir.

Cenazeyê şehîdan di nava dirûşme û tîliliyên dayika spartin axê.

ANHA