Şêniyên Dêrikê: Em ê li hemberî êrîşan têkoşîna xwe mezintir bikin

Şêniyên Dêrikê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û tekez kirin ku ew ê li hemberî planên Tirkiyê têbikoşin.

Şêniyên Dêrikê: Em ê li hemberî êrîşan têkoşîna xwe mezintir bikin
Şêniyên Dêrikê: Em ê li hemberî êrîşan têkoşîna xwe mezintir bikin
Şêniyên Dêrikê: Em ê li hemberî êrîşan têkoşîna xwe mezintir bikin
14 mijdar, 2018   17:16

ÎSAM ABDULLAH – NEJBÎR OSMAN / QAMIŞLO

Hejmarek welatiyên Dêrikê yên ku beşdarî meşa li dijî binpêkirinên dagirkeriya Tikiyê bibûn nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Fatima Elî êrîşên Tikiyê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kir û anî ziman ku êrîş îsrara wan a domandina têkoşîna li hemberî dewleta Tirk  a dagirker xurt dike. Fatima Elî got: "Wekî dayikên şehîdan em soz dikin ku em xeta zarên xwe bişopînin û destê ku dirêjî nirx û destkeftiyên me bibin jêbikin."

Welatiyê bi navê Nimet Tilîliyon anî ziman ku meşa wan a îro li hemberî êrîşên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Başûrê Sûriye ye, di heman demê de li dijî biryara Amerîka ya li ser sembolê mirovahiyê ye û got divê gelê Kurd xeteriya komployên dagirkeriya Tirkiyê yên li herêmê nas bikin.

Nimet da zanîn ku armanca dagirkeriya Tirkiyê ji topbarana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zextê li ser komên terorîst ku ber bi dawîbûnê ve diçe sivik bike.

Şirîn Mihemed Umer êrîşên Tirkiyê şermezar kir û wiha got: "Komployên li dijî gelê Kurd têne kirin û iqûbeta wê binkeftin be. Ji ber ku em em ji dibistana Rêber Abdullah Ocalan fêr bûne."

Şirîn her wiha anî ziman ku "Pilanên hêzên dagirker hêz û kombûna me ya li derdora sembolên me bi hêz dike. Tu kes wê nikaribe li hemberî îradeya me bisekine, ji ber ku me li şûn tevahî mirovahiyê şerê terorê kir."

ANHA