Li Minbicê cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin

Bi tevlêbûna bi hezaran kesî cenazeyê 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Minbicê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

14 mijdar, 2018   16:17

MINBIC

Bi hezaran şêniyên bajarê Minbicê cenazeya endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn Farûq Mehmûd El-Elî, Henî Nasrdîn El-Abdullah, Mihemed Xelêf El-Xelef û Ibrahîm Welîd El-Mistefa ku beriya du rojan dema li ser erkên xwe şehîd bûbûn li goristana şehîdan a Minbicê oxir kirin.

Kerwana cenazeyan li ber nexweşxaneya Firat bi goristanê kete rê. Li goristan merasîm hate orgenîzekirin.

Merasîm bi torenek leşekî ji hêla şervanên Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Minbicê û gundewarê wê destpê kir. Paşê gelek axaftin hatin kirin. Bi navên Meclisa Malbatên şehîdan a Minbicê Kefa El-Elî, Hêzên Ewlehiya Hundirîn fermendar Ciwan Ehmed, Partiya Pêşerojê ya Sûriye serokê partiyê Ibrahîm El-Qeftan, Desteya Karûbarên Civakî ya rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serokê desteyê Farûq El-Maşî û bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê Elî El-Cemîl axivîn.

Di axaftinan de tekezî li ser berdewamkirina têkoşînê ji bo peydakirina ewlehî û aramî li bejêr hate destnîşankirin. Her wiha hate diyarkirin ku Minbicê her şehîdek bide, bi hezaran şehîdan diafirîne.

Her wiha hate destnîşankirin ku armanc ji van kiryarên terorîst têkbirina ewlehî û aramiya bajarê Minbicê ye û hedefgirtina perojeya netewa demokratîk e.

Bi navê malbata şehîd Ebdulrezaq Îsraîl, Mihemed Xilêf axivî û anî ziman ku gelê Minbicê ji bo welatê xwe amade ne berdêlên giranbuha bidin û got: "Terorîstên ji tevahî cîhanê hatin, ji bo kuştina me hatine, ey leheng çeka xwe rakin û ji bo welatê xwe şer bikin. Bila em hemû ji bo vî welatî şehîd bikevin."

Di dawiya axaftinan, axaftivanan soz şopandina rêya şehîdan û parastina bajarê Minbicê û gundewarê wê dan.

Piştî bidawîbûna axaftinan wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Her wiha piştî nimêjê girseya gel cenazeyên her 4 şehîdan di nav tililiya dayikan de veşartin.

(şx)

ANHA