Li kampên Şehbayê sobe hatin belavkirin

Bi hatina zivistanê re meclisên 4 kampan ku şêniyên Efrînê lê bi cih bûne, 2 hezar sobe li koçberan belav kirin.

Li kampên Şehbayê sobe hatin belavkirin
Li kampên Şehbayê sobe hatin belavkirin
Li kampên Şehbayê sobe hatin belavkirin
Li kampên Şehbayê sobe hatin belavkirin
12 mijdar, 2018   08:11

ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên Efrînê 18'ê Adarê di encama dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve neçar man ji malên xwe derkevin û niha li 4 kampên li kantona Şehbayê; Serdem, Berxwedan, Şehba û Efrînê bi cih bûne.

Bi hatina zivistanê re rêveberiyên her 4 kampan tedbîrên hişyariyê ji bo bahoz û baranên zivistanê girtin. Ji her konekî re hejmarek turên çîmento û kelpîç belav kirin da ku konên xwe amade bikin.

Piştî sarbûna hewayê, rêveberiyên her çar kampan, 2 hezar sobe û miqdarek mazot bê pere ji her malbatekê re belav kir.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Kampa Berxwedan Elîfe Hana diyar kir ku aliyê tekane alîkariyan li şêniyan belav dike, Rêveberiya Xweser e û wiha domand: "Ruxmî derfetên kêm ên rêveberiyê lê dîsa jî alîkariyan li şêniyan belav dike."

Di dawiyê de Elîfe destnîşan kir ku hewa li kantona Şehbayê sar bûye û wiha got: "Ji ber wê me sobe û miqdarek mazot li şêniyan belav kirin."

(şx)

ANHA