Çalakiyên pêngava 'Ji koledariya jinan re na' berdewam in

Rêveberiya Jinan a Tebqayê duh bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîrên Jin di çarçoveya pêngava "Ji koledariya jinan re na" de li şanogeha Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê semînerek li dar xist.

Çalakiyên pêngava 'Ji koledariya jinan re na' berdewam in
Çalakiyên pêngava 'Ji koledariya jinan re na' berdewam in
Çalakiyên pêngava 'Ji koledariya jinan re na' berdewam in
Çalakiyên pêngava 'Ji koledariya jinan re na' berdewam in
Çalakiyên pêngava 'Ji koledariya jinan re na' berdewam in
Çalakiyên pêngava 'Ji koledariya jinan re na' berdewam in
Çalakiyên pêngava 'Ji koledariya jinan re na' berdewam in
12 mijdar, 2018   09:09

TEBQA

Di çarçoveya rêzeçalakiyên pêngava "Ji koledariya jinan re na" de Rêveberiya Jinan a Tebqayê duh bi hevkariya Yekîtiya Rewşenbîrên Jin li Tebqayê semînerek li dar xist.

Semînera ku li şanogeha Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hatibû lidarxistin, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di semînerê de hevseroka Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û bi dehan jin beşdar bûn.

Di semînerê de behsa Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û çîroka her sê xwişkên Mîrabal hate kirin. Her wiha behsa cureyên tundiya derûnî û canî li ser jinan ji hezaran salan ve ji aliyê sîstemên desthilatdar ve hate kirin.

Di semînerê de endama Rêveberiya Jinan Zehra El-Hemadê ji beşdaran re kurteçîroka kuştina her sê xwişkên Mîrabal kir. Piştre behsa daneyên Neteweyên Yekbûyî yên der barê tundiya li ser jinan li seranserî cîhanê de kir.

Endama Rêveberiya Jinan a Tebqayê Solîn Xelîl jî di semînerê de axivî û behsa dîroka mirovahiyê kir da ku rêbazên avakirina civakan werin nasîn û rola jinan ji hezaran salan ve di avakirina civaka xwezayî de û wiha anî ziman: "Sîstemên sermayedar ên desthilatdar jin û mêran wek kole dibînin, lê belê jin ji aliyê van sîsteman û mêran ve kole hatin dîtin."

Solîn Xelîl behsa têgeha azadiyê kir ku şaş tê bikaranîn, bi taybet ku li dewletên rojavayî tê meşandin û rê ji ciwanên jin re vedike ku ji pîvanên civaka xwe derkevin û ji azadiya rasteqîn dûr dikevin. Solîn her wiha behsa rewşa jinan û serpêhatiya wan di serdema dagirkeriya DAIŞ'ê de kir û di dawiya semînerê de wiha got: "Jinan tevî hemû tundiya li ser wan tê meşandin, xwe di hemû aliyan de îspat kir. Berxwedana leheng a şervanên YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê mînaka vê yekê ye."

Di semînerê de her wiha tundiya di hundirê malbatê de ku li dijî jinan tê meşandin, hate nîqaşkirin. Di semînerê de ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û pêkanîna wekheviyê pêşniyar hatin kirin.

Rêveberiya Jinan rêzeçalakiyên xwe di çarçoveya pêngava "Ji koledariya jinan re na" de berdewam dike.

ANHA