Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

QSD'ê qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê ya şerê tunekirina terorê li rojhilatê Firatê ji nû ve dest pê kir. Li devera bê-çek a Idlibê jî ku Rûsya û Tirkiye wisa bi nav dikin, topbaran û binpêkirin berdewam e.  Agirbesta pûç a Îsraîlê li Xezayê li hemberî rewşeke dijwar rû bi rû maye, piştî ku tîmeke artêşa Îsraîlê derbasî herêma Xezayê bû û 6 endamên Hemasê kuştin.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
12 mijdar, 2018   07:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girêdayî şer û aloziya Sûriyê kirin. rojnameyan her wiha bal kişandin ser rewşa Filistîn, Yemen û mijara kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqçî û bikaranîna Tirkiyê ji vê mijarê re.

Şerq El-Ewsat: Piştî navbênkariya Koalîsyonê bi Tiriyê re.. amadekariya çalakiyeke bejahî li dijî DAIŞ'ê tê kirin

Girêdayî mijarên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa jinûve destpêkirina qonaxa dawî ya Bagera Cizîr ya bi navê "şerê tunekirina terorê" kir û wiha got: "Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku çalakiyên xwe yên leşkerî li dijî rêxistina DAIŞ'ê li rojhilatê çemê Firatê piştî ku 10 rojan ji ber êrîşên artêşa Tirk li dijî herêmên Bakurê Sûriyê hatibû rawestandin ji nû ve dest pê kir." Rojnameyê behsa amadekariyên çalakiyê kir û got ku alîkariyeke leşkerî ji herêmê re hatiye şandin da ku çalakiyeke bejahî were destpêkirin.

QSD'ê duh di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku di encama peywendiya di navbera fermandariya giştî ya QSD'ê û fermandariya Koalîsyona Navnetewî de, fermandariya QSD'ê jinûve destpêkirina çalakiya leşkerî li dijî rêxistina DAIŞ'ê guncaw dît.

El-Heyat: Binpêkirinên li devera bê-çek berdewam in û rêjîmê êrîşeke terorîstan şikand

Rojnameya El-Heyat jî behsa rewşa li devera bê-çek a Idlibê kir û diyar kir ku topbaran li vê deverê berdewam e û rêjîma Sûriyê jî ragihand ku hewldaneke êrîşa terorîstan têkşikandiye. Her wiha dergeha di navbera herêmên di bin serweriya opozîsyonê û rêjîmê de piştî ku hefteyekê hatibû girtin ji nû ve hate vekirin.

Rojnameyê li ser navê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rêjîmê bi çekên giran deverên derdora bajaroka El-Letamîne a gundewarê Hemayê hedef girtiye. Her wiha deverên gundê Til El-Sexir jî topbaran kirin.

Navenda Çavdêriyê ragihand ku hêzên rêjîmê û tabûrên çekdar ên opozîsyonê li devera Til El-Sultan a gundewarê rojhilatê Idlibê baregehên hevûdu topbaran kirin.

El-Ereb: Gelo "Hevdîtina Parîsê" dê kordîneya Rûsya û Îsraîl di Sûriyê de vegerîne?

Rojnameya El-Ereb behsa hevdîtina di navbera serokê Rûsya Viladîmêr Pûtîn û serokwezîrê Îsraîl Biyamîn Natanyaho li paytexta Fransa Parîsê kir.

Natanyaho hevdîtina li rex şahiya salvegera bidawîkirina şerê cîhanê yê yekemîn hatiye lidarxistin weke girîng bi nav kir û ji rojnamevanan re got ku Pûtîn gelekî baş bû.

Çavdêran guman kirin ku dibe di vê hevdîtinê de mijara xistina balefira Rûsyayê hatibe gotûbêjkirin û rê li pêşiya vegera kordîneya Rûsya û Îsraîlê di Sûriyê de vebike û ev yek daxwaza Natanyaho ye.

Filistîn

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa rewşa Filistînê kir û diyar kir ku agirbesta pûç a Îsraîlê li Xezayê li hemberî rewşeke dijwar rû bi rû maye, piştî ku tîmeke artêşa Îsraîlê derbasî herêma Xezayê bû û 6 endamên Hemasê kuştin û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Çalakiya kuştinê ya Îsraîlê li Xezayê gefan li agirbestê dixwe".

Tirkiye

Der barê mijara kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqçî de rojnameya El-Ereb diyar kir ku Tirkiye hewl dide di aliyê siyasî sûd ji kuştina Xaşiqçî werbigire û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Erdogan kuştina Xaşipçî di nêzîkbûna ji Trump re bikar tîne."

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Heyat behsa rewşa leşkerî li bajarê El-Hudeyda kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Li rojhilatê El-Hudeyda şerê kolanan dijwar dibe".

Iraq

Der barê çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Iraqê de rojnameya El-Ereb behsa serdana serokê Îraqê Berhem Salih a Kiwêtê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Serokê Iraqê hilgirtina barê encamên cezayên li ser Îranê qebûl nake".

Îran

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa mijarên Îran û aloziya herêma Ehwaz kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Raporên hiqûqî diyar dikin ku 22 Ehwaziyên Îran hatine bidarvekirin".