ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.11.2018
12 mijdar, 2018   05:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Şêniyên Girkê Legê û Çilaxa li djiî êrîşên dewleta Tirk û biryara rêveberiya Trump a der heqê pêşengên PKK‘ê de meşekê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Girkê Legê û Dêrikê du şervanên Pêngava Bagera Cizîrê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên Ereb ên kantona Hesekê gotin, helwesta wan a ji êrîşên Tirkiyê re rakirina çek û parastina Sûriyeyê ye û gotin civînên eşîreyên li derveyî welat wan eleqedar nake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên girêdayî wê binpêkirinên xwe der heqên sivîlên Efrînê de didomîne. Hêzên dagirker li gel kuştin, revandin, îşkencekirin û talankirina milkan polîtîkeyên asîmîlekirinê dimeşîne. Dagirkeriya Tirkiyê hewl dide bi rêya ferzkirina ziman û çanda tirkî, nasname û çanda Kantona Efrînê biguhere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi destpêka êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê re yên li ser kantona Efrînê di gundê xwe de asê me. Ji wê demê ve heya derketina ji Efrînê rastî gelek binpêkirin û gefan hat. Apê Arif e yek ji şahidên kiryarên ne mirovî yên dagirkeriya Tirkiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zanîngeha Kobanê di 1’ê Mijdarê de dest bi sala nû ya perwerdeyê kir. Îsal beşeke nû ango Beşa Biyolojiyê jî li beşên zanîngehê hate zêdekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Çalakiyên Festîvala Şehîd Hogir ku li bajarê Hesekê tê lidarxistin bi dawî dibe, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Meclisa Jinan a gundê El-Sifsaf a rojhilatê bajarê Tebqayê, dest bi berhevkirina hilberîna zeytûnan kirin. Bi vê yekê meclisê hewl dide rêgeza xwetêrkirinê ji projeya mala mûnê re peyda bike. Her wiha Meclisa Jinan a Hinêde amadekariyên destpêkirina projeyek çandiniyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi welîseya 25‘ê Mijdarê Roja Cîhanî Têkoşîna Li Djiî Tundiya Li Ser Jinê rêzecivîn ji aliyê Kongreya Star ve têne lidarxistin, li navçeya Zergan a Serêkaniyê saet 11:00, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê 3 civîn têne lidarxistin, li avahiya Meclisa taxa Eşrefiyê saet 10:00, Xeta Şehîd Rûbar û Xeta Şehîd Gelhat. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Bi hatina zivistanê re meclisên 4 kampan ku şêniyên Efrînê lê bi cih bûne, 2 hezar sobe belav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şardariya Gel a Cirniyê ji bo veguhestina avê lehiyê pilansiyên guncaw danîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sûkên gelêrî yên gerok(bazar) li gundewarê Reqayê teybemendiyên xwe yên gelêrî heye. Weke mîrat ji şêniyên Reqayê re tê hesbandin. Ji ber kêmbuhaya kelûpelan şênî berê xwe didinê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Sotemeniyê bi destpêkirina demsala zivistanê re dest bi belavkirina mazotê li şêniyên Kobanê û gundewarên wê kir. Belavkirina mazotê heta niha dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA