Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Tebqayê 3 lûleyên gaza jehrê bê bandor kir

Pisporên teqemeniyê yên girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Tebqayê di van du rojên dawî li bakur rojhilatê bajêr de 3 lûleyên gazê jehrê dîtin û bê bandor kirin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Tebqayê 3 lûleyên gaza jehrê bê bandor kir
Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Tebqayê 3 lûleyên gaza jehrê bê bandor kir
Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Tebqayê 3 lûleyên gaza jehrê bê bandor kir
Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Tebqayê 3 lûleyên gaza jehrê bê bandor kir
Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Tebqayê 3 lûleyên gaza jehrê bê bandor kir
Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Tebqayê 3 lûleyên gaza jehrê bê bandor kir
11 mijdar, 2018   20:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn ya Tebqayê, ragihand ku pisporên teqemeniyê yên girêdayî hêzê bemahiyên bi jehr ên ku çeteyên DAIŞ'ê li herêma El-Widyan a girêdayî bajarê Tebqayê çandibûn vedîtin. Ev made di 3 lûleyên gazê de hatibûn bicihkirin. Giraniya her lûleyekê 20 kg e.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi hevkariya tîmek ji Koalîsyona Navdewletî û pisporên QSD'ê madeyên di her sê lûleyan de bi şêwazekî guncew bê bandor kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn demên berê 15 lûleyên gaza kilorê di li bajarê Reqayê û gundewarê başûr vedîtibû bê bandor kirin.

(şx)

ANHA