Rûspiyên Ereb: Em ê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin

Rûspiyên Ereb ên kantona Hesekê gotin, helwesta wan a ji êrîşên Tirkiyê re rakirina çek û parastina Sûriyeyê ye û gotin civînên eşîreyên li derveyî welat wan eleqedar nake.

Rûspiyên Ereb: Em ê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin
12 mijdar, 2018   05:20

DILSOZ DILDAR – HOGIR NEÇAR / HESEKÊ

Wekî Ajansa Nûçeyan a Hawarê me nêrînên rûspiyên kantona Hesekê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser hermên Bakurê Sûriyê girtin.

Serokeşîrê El-Çibûr Hisên Mihemed El-Sultan got: "Em gefên Tirkiyê qebûl nakin, wekî gelên herêmê bi Kurd, Ereb û Suryanê xwe em ê li hemberî her dijminahiyên li ser xaka Sûriyê bisekinin û wekî eşîreyên herêmê em amade ne bi hemû derfetên xwe li dijî êrîşên Tirkiyê destekê bibin Hêzên Sûriyeya Demokratîk."

El-Sultan diyar kir ku girêdanek di navbera gefên Tirkiyê û têkçûna çeteyên DAIŞ‘ê de hene û diyar kir ku Tirkiyê bi armanca ku zexta li ser DAIŞ‘ê sivik bike gefan dixwe û got Tirkiyê bi vê yekê hewl dide eniyek din veke da ku çeteyên xwe ji nû ve zindî bike.

Rûspiyê êla Tifêhîl Mihemed Elî jî anî ziman ku gefên Tirkiyê ne nû ne û wiha dom da axaftina xwe: "Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve gefa dagirkirina Sûriyê dixwe. Di riya sînorê xwe de çete derbasî herêmên me kirin û hemû komên xwe yên terorîst bi çek kirin û li vir bi bin ket. Çeteyên DAIŞ‘ê kaxeza wê ya dawî bû, bi têkçûnîna van çeteyan li rojhilatê Firatê re Tirkiyê dest bi êrîşên xwe yên li dijî Bakurê Sûriyê kirin da ku projeya li vir asteng bike û hebûna DAIŞ‘ê mayînde bike."

Li ber pirsa heger Tirkiyê êrîşî rojhilatê Firatê bike mîna Efrînê dê helwesta we çawa be Mihemed Elî got: "Helwesta me wê ew be; em çek rakir û  li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin û xaka Sûriyê biparêzin."

Ji aliyê xwe ve ji êla El-Cibûr Şêx Salih El-Mislit êrîşên Tirkiyê şermezar kir û ev tişt got: "Em hemû êrîşên li ser xaka Sûriyê şermezar dikin, em bi gel û xaka Sûriyê re ne û bi ti awayê êrîşên li dijî xaka me qebûl nakin."

Yek ji şêxên Êla El-Begara Mihemed El-Telai jî got: "Em êrîş û gefên li ser herêmên me ji çem heya derya qebûl nakin. Êrîşên Tirkiyê îradeya me naşkîne, em ê xaka xwe biparêzin, helwesta me diyar e em ê heya dilopa dawî xaka xwe biparêzin."

Têkildarî civînên li derve ku hin rûspiyên herêmê ku destekê didin Tirkiyê Şêx  Telai got: "Rûspiyên li derveyî welat nûnertiya me ne nakin û civînên wan me eleqedar nake."

Şêx Telai El-Telai gefên Tirkiyê yên li djiî herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kir û got: "Wekî qebîle û eşîreyên ereb ên herêmê em van gefan bi ti awayî qebûl nakin. Armanca van gefan ew e ku yekitiya gel û xaka Sûriyê têk bibe."

ANHA