Mîhrîcan Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî tê amadekirin

Komîna Fîlman a Rojava amadekiriya lidarxistinaMîhrîcan Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî dike.

Mîhrîcan Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî tê amadekirin
Mîhrîcan Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî tê amadekirin
11 mijdar, 2018   09:14

ŞÎRÎN MIHÊDÎN / KOBANÊ

Her sal li Rojava mîhrîcan fîlman bi beşdarbûna gelek fîlman tê lidarxistin. Îsal jî li Kobanê amadekariyên lidarxistina mîhrîcanê tê kirin û navê xwe jî Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî ye. Ji bo mîhrîcanê fîlm ji her dera dinyayê hatine û ji nav 600 fîlman derdora  80 fîlm hatine hilbijartin. Fîlm bi hemû cureyan tên pêşkêşkirin.

Mîhrîcan li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê roja bîranîna salvegera 58`emîn a Komkujiya Şewata Sînema Amûdê ango 13`ê Mijdarê tê lidarxistin û wê 7 rojan berdewam dike. 

Tê payîn ku di serî de ji Ewropa, ji gelek deverên cîhanê mêvan werin. Mîhrîcan piştre wê li bajarên Qamişlo, Serêkaniyê, Amûdê û Eyn Îsa were organîzekirin.

Rêvebera Komîna Fîlman a Rojava ya şaxê Kobanê Zîlan Hemo got: "Mîhrîcan di mêjiyê gelê me de wek qetlîamekê hatiye naskirin, em dixwazin wan zarokên şehîd bûne bi bîr bînin."

Her wiha di mîhrîcanê de wê pêşangeheke wêneyan were pêşandan û pirtûka nivîskar Hozan Noser di roja dawiyê de dê bê mohkirin.

ANHA