Hemîd El-Ebd: Gelên herêmê bi xaka xwe ve girêdayî ne

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebd got gelên herêmê bi xaka xwe ve girêdayî ne û dê nehêlin Tirkiye gavekê pêşde were. Her wiha destnîşan kir ku serokê Tirkiyeyê bi rêya siyasetên xwe li herêmê naxwaze tu kes li Bakurê Sûriyeyê bijî.

Hemîd El-Ebd: Gelên herêmê bi xaka xwe ve girêdayî ne
11 mijdar, 2018   09:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Di hevpeyvîneke li gel ajansa me de hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebd têkildarî gefên Tirkiyeyê li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê axivî û teqez kir ku ew bi xaka xwe ve girêdayî ne.

Di dirêjahiya du hefteyên borî de artêşa Tirk a dagirker herêmên her du kantonên Kobanê û Girê Spî û hinek gundên herêma Cizîrê kirin hedef. Di encamê de zaroka bi navê Sara Rifet Mistefa ya 6 salî, dema ji dibistanê vedigerî mala xwe, li gundê Til Finder rojavayê Girê Spî bi guleya sekvanên artêşa Tirk şehîd bû.

Her wiha di encama êrîşên bi gule û topan de gelek ziyanên madî bi milkên sivîlan çêbûn û 2 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê yek ji Kobanê û yekî din ji Girê Spî şehîd bûn.

Di dema daxuyaniyên serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku tê de gefa êrîşên leşkerî li dijî rojhilatê Firatê dixwe, ev êrîş pêk hatin.

Girêdayî pêşdeçûnên dawî  li herêmê Hemîd El-Ebd wiha got: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Em ê xak, namûs û şerefa xwe biparêzin. Tu hincetek ji derbasbûna dagirkeriya Tirk ji xaka me re tune ye. Erdogan bavê ruhanî yê DAIŞ'ê ye. Dema DAIŞ li herêmê têk çû, hema dest bi gefxwarin û binpêkirinan kir, ev hinceta wî ya tekane ye."

El-Ebd wiha domand: "Kîjan qanûna navdewletî destûr dide qetilkirina zarokan? Mîna ku Tirkiyeyê der heqê zaroka bêguneh Sara Mistefa ya 6 salî de kiriye? Erdogan bi rêya siyaseta xwe zarok û kal û pîran dikuje. Ev wek nameyekê tê hesibandin ku tu kes nikare li Bakurê Sûriyeyê bijî."

Di berdewama gotinên xwe de El-Ebd matmayîna xwe li hember bêdengiya navdewletî li dijî êrîşên dewleta Tirk rave kir û wiha got:"Li derveyî Sûriyeyê, dema kesek were kuştin an jî teqînek rû bide, hemû dewlet û rêxistin van kiryaran şermezar dikin. Lê mixabin ev helwest li hember binpêkirinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî zarok û gel tên kirin, nayê nîşandan."

Her wiha El-Ebd qirkirinên nijadî, koçberkirin û guhertina demografyaya herêmî ku li Efrînê rû didin, mînaka bêdengiya navdewletî bi bîr xist.

Hemîd El-Ebd helwesta hikumeta Sûriyeyê ji binpêkirinên Tirkiyeyê bi rûreşî destnîşan kir û anî ziman ku ew razî ne û wiha dewam kir:"Gelo rola hikumeta Sûriyeyê ji binpêkirinên Tirkiyê li dijî xaka Sûriyeyê li ku derê ma? Dema dibêjin Efrîn wekî ku ne ji xaka Sûriyeyê ye.”

El-Ebd teqez kir ku gelên herêmê Kurd, Ereb, Ermen, Tirkman û Aşûr van binpêkirinan red dikin û kesên ku destekê didin Tirkiyeyê rexne dike.

Di dawiyê de Hemîd El-Ebd kesên Sûrî ku alîkariya Tirkiyeyê dikin da ku xaka Sûriyeyê dagir bikin, muxatab girtin û wiha bi dawî kir: "Hûn wek hemwelatiyên Sûriyeyê çawa razî dibin ku Tirkiye welatê we dagir bike û win bi çekên Tirkiyeyê şer dikin? Eger hûn razî dibin, em razî nabin ku xaka welatê me ji aliyê Tirkiyeyê ve were dagirkirin."

(şx)

ANHA