Alîgirên Rûsyayê li 2 komaran hilbijartinan li dar dixin

Alîgirên Rûsyayê li Donetsk û Luhanskê ku beriya 4 salan ji Ukranyayê veqetiyane, hilbijartinan li dar dixin. Ukranya û dewletên rojavayî van hilbijartinan rewa nabînin.

Alîgirên Rûsyayê li 2 komaran hilbijartinan li dar dixin
11 mijdar, 2018   08:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Her du komarên Donetsk û Luhansk hilbijartinên serok û parlamenteran li dar dixin, lê Kiyêv û dewletên rojavayî van hilbijartinan rewa nabînin û berovajî xebatên çalakiya aştiyê dibî               nin.

Alîgirên Rûsyayê tenê ji aliyê xwe ve avakirina komarên Donetsk û Luhanskê di Nîsana 2014'an de ragihandin. Lê tu aliyan ew nas nekirine. Ev hilbijartin dê xwecudabûnê ji axa Ukranyayê biçespîne û dê xwe rewa bibînin. Çalakiya aştiyê jî rawestiyaye û di encama aloziyê de li gorî Neteweyên Yekbûyî bi dehan hezar kes hatine kuştin.

Kiyêv û dewletên rojavayî Rûsyayê tawanbar dikin ku destên wê di amadekirina hilbijartinan de hene. Wezîrê Karên Derve yê Yekitiya Ewropayê Federica Mogherini ev hilbijartin derqanûnî bi nav kirin û piştrast kir ku 28 dewletên Ewropayê van her du komaran nas nakin.

Şandeyê Amerîkayê yê taybet ji bo Ukranya Kurt Volker got ku ev hilbijartin lîstokek e. Rûsya ji aliyê xwe ve dibêje ku tu têkiliya wê bi van hilbijartinan re tune ye.

Di destpêka sala 2014'an de Rûsyayê nîvgirava Qirimê li xwe zêde kir ku ji sala 1954'an ve beşek ji Ukranyayê bû.

ANHA