Rohanî li hemberî cezayên Amerîka derdikeve

Serokê Îranê Hesen Rohanî diyar kir ku Amerîka nikare derfirotinên petrola Îranê bi temamî rawestîne û cezayên Amerîka û bandora wan li ser aboriya Îranê bê nirx dîtin.

Rohanî li hemberî cezayên Amerîka derdikeve
10 mijdar, 2018   11:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Îranê Hesen Rohanî cezayên Amerîka û bandora wan li ser aboriya Îranê bê nirx dibîne û di axaftineke xwe de ku telefîzyona Îranê ya fermî weşandibû wiha gotiye: "Ez dixwazim ji gelê Îranê re bêjim ku rewşa me ya aborî gelekî ji mehên borî baştir e". her wiha piştrast kir ku ceza û pirsgirêkên Amerîka ti bandorê li aboriya Îranê nakin.

Rohanî wiha domand: "Gelê Îranê bi hevgirtina xwe dê riya xwe bidomîne û dê hemû pirsgirêkên xwe çareser bike û dê pirsgirêkên ku Amerîka derxistine derbas dike. Evan cezayên Amerîka jî tenê şerê taybetî ye û Amerîka nikare derfirotinên petrola Îranê bi temamî rawestîne."

Rohanî da zanîn ku civînên wî bi rayedarên hikûmetê û parlemanê ji bo nirxandina rewşa aborî li welat dê berdewam bibin û hikûmet dê alîkariya welatiyan berdewam bike.