Hunermend û rewşenbîrên Firatê li dijî êrîşan nerazîbûn nîşan  dan

Hunermend û rewşenbîrên herêma Firatê bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Kobanê û Girê Spî nîşan dan.

Hunermend û rewşenbîrên Firatê li dijî êrîşan nerazîbûn nîşan  dan
10 mijdar, 2018   12:03

KOBANÊ

 Bi armanca şermezarkirina êrîş û topbarankirina artêşa Tirk a dagirker li ser Girê Spî û Kobanê, rewşenbîr û hunermedên herêma Firatê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li Nanenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê hat dayîn.

Daxuyanî bi sê zimanan hat xwendin, bi zimanê kurdî Mezlûm Cimo,  bi zimanê erebî Mihemed Eyaş û bi zimanê Engilîzî jî Şêrzad Ebas xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Em rewşenbîr û hunermedên herêma Firatê ya Sûriyaya reng reng in. Rihên me di kuraniya dîrokê de ne, bi qasî Dicleyê zanene û weke Firatê bi hêrsin. Herkbariya me di nava dîrokê de weke Dicle û Firatê ye, loma em ê çand û welatê xwe biparêzin.

Di dirêjiya dîrokê de gelek dagirker hatin, lê di encamê de ew têk çûn û yê li ser lingan mane emin. Di nava gelê Rojhilata Navîn de gelek zordar derketin û zilm dan meşandin. Lê dawiya wan hat û yên ku bê navber jiyan kirin em gelê Rojhilata Navîn in.

Îro di asta cîhanê de şerekî berfireh tê meşandin. Bi taybet Rojhilata navîn bûye qada şer, li Sûriyê jî şerekî qirêj tê meşandin û li hember wê gelên ku li Sûriyê dijîn şerê rumetê didine meşandin û dixwezine di nava aramiyê de bijin.

Roja ku li Sûriyê gelê me serî hilde heta niha dewleta Tirk a faşîst destê xwe xistiye nava me. Çeteyên ku di Sûriyê de dest avêtin namûsa gelan, ku ji bo gelên me giranbuha ye, bi destên dewleta Tirk hatin xwedîkirin. Di van salan de êşên ku gelên me kişandine nayên gotin û nayên nivîsandin. Gelek bûyerên ku qala wan nayên kirin qewimî ne. Lê belê ya tê dîtin em bê navber li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidine.

Dewleta Tirk a faşîst Cerbalus, Bab, Ezaz, Efrîn û Idlib dagir kiriye. Ev dawaneke mezine li hember gelên ku di Sûriyê de dijîne. Ev dewleta ku qatilan di asta cîhanê de dide hev û berê wan dide me, niha jî dixweze Kobanê û Girê Spî û deverên din ên Sûriyê dagir bike, lê ev nayê pejirandin. Kiryarên ku dewleta Tirk heta niha li hember me, çand û rumeta me dimeşîne em ê heta heft neviyên xwe jî ji bîr nekin. Em rewşenbîr û hunermendên herêma Firatê li hemberî van kiryarên hovane xwedî helwestin. Em ê bi zanist û hunera xwe, xwe biparêzin. Kiryarên dewleta faşîst bi belge bikin û têxin arşîfa xwe.

Em şehîd kirin û birîndarkirina hêzên parastina welat ji bîr nakin. Em şehîdkirina Saraya biçûk nabexşînin. Hêzên me yên parastinê hene û em bi xurtî piştgirya wan dikin, ew keç û xortên me fedayî welatê me ne.

Em bi tundî hewldanên dagirkirinê red dikin. Gule û topbarankirina artêşa Tirk qebûl nakin. Bila dewleta Tirk dev ji destdirêjiyên li ser welatê me berde. Pêwst e dewleta Tirk zûtirîn dem de li ser axa Sûriyê pêşve vekşê. Dev ji terkkirina welatê me berde. Em şerê taybet û derewên ku rojane bi riya medyayê tê meşandin red dikin.

Em bang li hêzên navdewletî dikin û dibêjin, dîrok û çanda me nekin qurbaniya berjewendiyên xwe yên rojane. Parastina çand û zarogotina Rojhilata navîn erka we ye jî. Ji ber ku bê çanda Rojhilata Navîn, çanda cîhanê bê wate ye.

Di vê navberê de dewleta Tirk dê bi sernekeve û gelê me yên Sûriyê bi çand û zanista xwe, bi rewşenbîr û hunermedên xwe dê bi serbikevin."

Daxuyanî bi dûrişmeyên"Bijî xwîşk û biratiya gelan, bimre zilmdar û dagirkeiya faşîzma dewleta Tirk” Bi dawî bû.

Piştî daxuyaniyê, Koma Şano ya Şehîd Yekta ya zarokan şanoyek bi navê "Îşkenceya Sara" pêşkêş kirin.

(şm)

ANHA