Komeke Rûsî daxwaza lêpirsîna karbesên sivîl dike

Serokê Koma Rûsî ya Berleşkerî got ku hin komên girîdayî leşkerên kevin ên artêşa Rûsiya ji Dadgeha Sûcên Navnetewî dixwazin ku lêpirsîna belavkirina Rûsya ya hin karbesên sivîl li Sûriye, Ukraniya û Afrîqiyayê bike.

Komeke Rûsî daxwaza lêpirsîna karbesên sivîl dike
10 mijdar, 2018   11:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Bikaranîna sivîlan di şer de li derve ji aliyê Rûsya ve derqanînî tê dîtin. Kirêmlên dubare raporên beşdarkirina bi hezaran karbesên Rûsî di şer de li rex hêzên hikûmeta Sûriyê red kirin.

Serokê koma El-Qewziq ya berleşkerî Yîvgînî Şabayêv got ku 12 rêxistinên Rûsî yên leşkerên kevin pilan dike ku berê xwe bidin dadgerê giştî yê Dadgeha Sûcên Navnetewî Fato Pansoda da ku lêpirsîna sûcên şer bike.

Her wiha diyar kir ku ew bi xwe bi dehan kesan nas dike ku beşdarî van peywiran bûne. Şabayêv got ku ew beriya niha weke nûnerê rêxistineke ji van li komarên xwecûdaker ên alîgirtiya Rûsya li rojhilatê Ukraniya dikin bû û wiha got: "Rûsî li derve bi dildarî şer dikin bêyî ku hikûmeta Rûsya wan fermî nas bike".