ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.11.2018
10 mijdar, 2018   05:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Rûspiyên Kurd û Ereb ên herêma Cizîrê têkildarî êrîşên dawî yên dagirkeriya Tirkiyê li djiî xaka Bakruê Sûriyê, her wiha nirxandina rewşa siyasî civînekê li hola Selam a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 12:00.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê 10 şehîdên Şerê Tinekirina Terorê bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê oxir dikin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Akademiyên Civaka Demokratîk ên Bakurê û Rojhilatê Sûriyê kongreya xwe ya 4‘emîn li Akademiya Şehîd Yekta Herekol a navçeya Tirbespiyê li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Girê Spî nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker dan û gotin ew ê heya dawî parastina herêmê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Receb El-Muşrif destnîşan kir ku meteryalên dibistanê peyda bûne û got îsal dê tu xwendekar bê perwerdehî nemîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di temenê xwe yê mezin de, bi amûrên besît pelavên kevin nû dike. Cemîl Reşîd 6 saetan bênavber têkoşîna xwedîkirina malbatê dike.(BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Mihyedîn Şêx Alî diyar kir biryara Amerîkayê ya der heqê 3 pêşengên PKK‘ê de piştî serbestberdana keşeyê Amerîkî ji hêla Tirkiyê ve hate derxistin û bang li gelê Kurd kir ku Kongreya Newtî ya Kurdistanê li dar bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêxistina Jin a PYD‘ê ya bajarê Serêkaniyê fîlmekî der barê tundiya li ser jinan li navenda Waşûkanî nîşan dide, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li gel derfetên kêm ên nexweşxaneyê rêjeyan jinan di nexweşxaneya Wetanî ji sedî 70 derbas kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a bajarê Helebê Akademiyeke taybet ji bo jinan li aliyê rojava ya taxa Şêxmeqsûd vedike, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşma "Serdema jin serdema şarestaniya demokratîk e" Yekitiya Jinên Suryan kongreya xwe ya duyemîn li Hola Sehara ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi nêzîkbûna 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê, Tevgera Kevana Zêrîn meşekê li navçeya Amûdê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Xebatên duyemîn Kongreya YCR‘ê di roja duyemîn de li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan didome, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hin endamên YCR‘ê biryara DYA‘yê ya der heqê pêşengên PKK‘ê şermezar kir û bi komployeke nû li dijî gelê Kurd bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Kerem Qewas di dikana xwe ya ku herî kevn a li bajarê Qamişlo de bi rûyekî li ken rûdine. Henekan bi rêwiyan re dike û bi yên kesên kenûk re dikene. Di dikanê de wêneya bavê dapîrê xwe ku ji hêla Osmaniyan ve hatiye kuştin daliqandiye. Kerem li bajêr bi ewlehî û aramiyê dihese û wiha got: "Em bi hevre li ser bingeha dildariyê didin û distînin, ne li ser bingehên olî yan mezhebî." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li kampên li Şehbayê her yek bi şêwazê xwe li hemberî şertên zehmet têkoşînê dike, hin bi xwendinê, hin bi çalakiyên piştgiriya Berxwedana Serdemê û hin din jî bi pîşeya xwe, hemû jî di vegera li Efrînê bi îsrar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA