Şêniyên Girê Spî: Em ê herêmên xwe biparêzin

Girê Spî nerazîbûn nîşanî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker dan û gotin ew ê heya dawî parastina herêmê bikin.

Şêniyên Girê Spî: Em ê herêmên xwe biparêzin
10 mijdar, 2018   05:20

HÊVÎDAR HERANÎ-MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Nerazîbûnên gelê yên li hemberî pinpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakurê Sûriyê her ku diçe zêde dibe.

Şêniyên kantona Girê Spî bi rêya ajansa me ANHA‘yê li ser mijarê hewlestên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bi tû awayê qebûl nakin û ew ê heya dawî herêmên xwe biparêzin.

Welatiyê bi navê Yûsif El-Hemûd got: "Em destwerdana Tirk bi tundî red dikin. Em li herêmên xwe di nav azadî û demokrasiyê de dijîn. Dewleta Tirk a dagirker jî dewleta Osmanî ya dagirker e. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî emê nehêlin ku derbasî xaka me bibin."

El-Hemûd wiha domand: "Gelo bi kîjan mafî dewleta Tirk a dagirker derbasî xaka me dibe? Ji berê de gelên herêmê bi hevre jiyan dikin. Em di nava aramiyê û ewlehiyê de ne. Em destûr nadin tu kes derbasî xaka me bibe û dagir bike."

Ji aliyê xwe ve ciwanê bi navê Mehmûd Nîhad Umer got: "Em ê bi hevre li rex hêzên xwe yên leşkerî li hember dagirkeriya Tirk bisekinin. Xaka me bi saya xwîna şehîdan hate rizgarkirin. Em ê heta nefesa dawî biparêzin."

Her wiha Umer dewleta Tirk a dagirker bi dewletek mêtinger bi nav kir û wiha diomand: "Me binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê dît, em ê çawa bihêlin ew xaka me dagir bike."

Têkildarî heman mijarê jina bi navê Sara Xelîl got: "Em ji Erdogan re dibêjin, em li berxwe didin. Em nahêlin tu kes bihostekî ji xaka me dagir bike. Em  gelên herêmê hemû yek in û destwerdana derve qebûl nakin. Wekî gelê herêmê em di bin banê projeya demokratîk de bi aramî û aştî jiyan dikin."

Sara gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo parastina xaka xwe em ê li rex hêzên xwe li hember dagirkeriya Tirk bisekinin."

(şx)

ANHA