Navenda Çavdêriyê: Di encama çalakiyên QSD`ê de 65 çete hatin kuştin

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku di nava çend rojên dawîn de zêdetirî 65 çete di encama çalakiyên şervanên QSD`ê û hêzên koalîsyonê de hatine kuştin.

Navenda Çavdêriyê: Di encama çalakiyên QSD`ê de 65 çete hatin kuştin
8 mijdar, 2018   12:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê destnîşan kir ku herî kêm 65 çeteyên DAIŞ`ê di baregehên xwe yên dawîn de di encama çalakiyên QSD`ê de hatine kuştin.

Di hefteya derbasûyî de QSD`ê piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê ragihand ku wan çalakiyên xwe li parêzgeha Dêrazorê rawestandin.

Lê Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku di rêzeêrîşên ezmanî de ji roja Duşemê ve 48 çekdar hatine kuştin û di nava wan de 2 êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî deverên bîrên petrolê yên bakur devera Hecînê hatine astengkirin.

Li gorî navendê di encama çalakiyên QSD`ê li ser gundê El-Behre de ku çeteyan hewl dida parastina baregeha xwe bikin, 17 çete hatin kuştin.

Berdevkê fermî yê QSD`ê Kîno Gabriyêl tekez kir ku êrîşên wan ku parastina xwe dikin, nayê wateya ku şervanên QSD`ê dê parastina xwe nekin.

(bx)