Zelal Ceger: Berxwedana jinên Efrînê bersiva tundiya Erdogan e

Zelal Ceger got ew rojane li dijî tundiya li ser jinan li ber xwe didin, her wiha berxwedana jinên Efrînê bersiveke baş li hemberî tundiya Erdogan û hikumeta wî ye.

Zelal Ceger: Berxwedana jinên Efrînê bersiva tundiya Erdogan e
Zelal Ceger: Berxwedana jinên Efrînê bersiva tundiya Erdogan e
Zelal Ceger: Berxwedana jinên Efrînê bersiva tundiya Erdogan e
8 mijdar, 2018   11:55

ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê bi boneya nêzîkbûna 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan civînek ji hevjînên şehîdan re li navçeya Fafînê ya girêdayî kantona Şehbayê li dar xist.

Hola civînê bi pankartên "Na ji tundiya li ser jinan re" û wêneyên şehîdan hatie xemilandin. Di civînê de hevseroka Meclisa Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger li ser girîngiya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan axivî û diyar kir ku divê hemû jin li dijî tundiya li ser wan tê bikoşin.

Zelal Ceger wiha axivî: "Em li hemberî tundiyê rojane tê dikoşin, ne tenê di 25'ê Mijdarê de. Destdirêjiyên artêşa Tirk der heqê jinên Efrînê de heman serpêhatiya her sê xwişkan tîne bîra mirov. Berxwedana jinên Efrînê bersiva herî baş li hemberî dîktatoriya artêşa Tirk û hovîtiya Erdogan e. Divê heta kantona Efrînê tê rizgarkirin jin asta têkoşîna xwe bilindtir bikin."

Zelal Ceger da zanîn ku ew şerê zîhniyeta baviksalar dikin û şerê zilaman nakin û behsa parastina hevjînên şehîdan û nirxên şehîdan kir û wiha domand: "Dagirkerî rêgezên şehîdan ku canê xwe fedayî azadiya we û gelê xwe kirine, hedef digire. Ji ber vê yekê parastina rêgeza şehîdan li ser milê hevjînên şehîdan e û divê bi rêya xweperwerdekirin û pêşxistina hişmendiya xwe pêk were."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger di dawiya axaftina xwe de bang li hevjînên şehîdan kir ku hişmendiya xwe bi pêş bixin û jiyana xwe azad bidomînin û li hemberî zîhniyeta baviksalariyê asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.

ANHA