Koalîsyona Navneteweyî û Tirkiyeyê dîsa dewriyeyên xwe li Minbicê meşandin

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û artêşa Tirk a dagirker îro careke din dewriyeyên xwe yên hevbeş li deverên di navbera eniyên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de meşandin.

Koalîsyona Navneteweyî û Tirkiyeyê dîsa dewriyeyên xwe li Minbicê meşandin
Koalîsyona Navneteweyî û Tirkiyeyê dîsa dewriyeyên xwe li Minbicê meşandin
Koalîsyona Navneteweyî û Tirkiyeyê dîsa dewriyeyên xwe li Minbicê meşandin
8 mijdar, 2018   12:31

MINBIC

Îro Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û artêşa Tirk a dagirker li devera di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û deverên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de yên li rojavayê Minbicê tev digerin û dewriyeyên hevbeş didin meşandin.

Li gorî plansaziya wan îro serê sibê 3 dewriyeyên hevbeş ku her yek ji 3 panzêrên leşkerî pêk dihat, meşiyan û li nîvê eniya bakurê Minbicê her du hêz rastî hev hatin.

Gundê Ereb Hesen ku 19 km dikeve bakurê bajarê Minbicê, li vir alavên leşkerî rawestiyan û her du alî bi hev re çend saetan tev geriyan û piştre vegeriyan baregehên xwe.

Li devera ku her du dewriyeyên hevbeş rastî hev hatine balafirên keşfê bê navber digeriyan.

Hêjayî gotinê ye hêzên Koalîsyona ey û artêşa Tirk a dagirker ji 1'ê Mijdarê ve dewriyeyên hevbeş didin meşandin û li gorî lihevkirina wan heftane dê carekê dewriyeyên xwe bidin meşandin.

ANHA