Koçberên li Reqayê: Ji ber ewlehiya herêmên QSD'ê em venagerin herêmên xwe

Hejmarek ji koçberên Kampa El-Cerbûi ya ku dikeve bakurê bajarê Reqayê diyar kir ku ji ber girtina rêjîma Sûriyeyê ya bê ser û ber nikarin vegerin herêmên xwe û tekez kir ku ew jiyana li Reqayê di bin alê QSD'ê de dipejirînin, ji ber ku ev herêm ji herêmên wan ewletir e.

Koçberên li Reqayê: Ji ber ewlehiya herêmên QSD'ê em venagerin herêmên xwe
8 mijdar, 2018   09:07

EMÎNA EL-ELÎ / REQA

Bajarê Dêrazorê, Hema û gelek herêmên din rizgar bûne û di bin serweriya hêzên rêjîma Sûriyeyê û hevalbendên wê de ne. Lê ruxmî wê şêniyan ku ji wan herêman koçber bûne, ji ber girtinên bê ser û ber ên rêjîma Sûriyeyê jiyana li vê herêmê dipejirînin.

Piraniya şêniyên Dêrazor û Hemayê ji ber siyasetên rêjîma Sûriyeyê li herêmên wan, ditirsin vegerin û hindek ji wan dibêjin malên wan wêran bûne û me hemû pereyên xwe li riya koçberbûnê serf kirine

Têkildarî mijarê koçberê ji Dêrazorê yê bi navê Yasîn El-Cebrîl wiha got: "Tevî malbata xwe em ji herêmên di bin serweriya DAIŞ'ê de ji ber topbarana hêzên rêjîmê reviyan. Niha ez nikarim vegerim. Mala min bi temamî hilweşiya û pereyê vegerê bi min re nemaye. Çawa ez ê vegerim?"

Koçberekî din ji parêzgeha Hemayê bi navê Mihemed El-Casim diyar kir ku ew li Reqayê di nav aramiyê de ne û wiha domand: "Ji çend salan ve ez koçber bûme û ez li herêmên di bin serweriya QSD'ê de dijîm. Ji bo çi ez vegerim Hemayê? Li Hemayê tu derfetên kar tune ne."

Ji aliyê xwe ve koçbera bi navê Fatme El-Izo ji parêzgeha Hemayê jî wiha axivî: "Çawa em vegerin herêmên xwe û lêçûna rêya vegerê bi me re tune ye û çawa ez ê zarokên xwe ji sermayê zivistanê biparêzim? Ez li Reqayê bi cih bûm, ji ber ku heremên di bin serweriya QSD'ê de ji herêmên me ewletir in. Lê em di nav kampê de di bin konan de dijîn. Em bang li xêrxwazan dikin ku alîkariya me bikin."

 QSD'ê bajarê Reqayê di 17'ê Cotmeha sala borî de rizgar kir. Heta niha zêdetirî 250 hezar malbat vegerîn bajêr û bajar ji nû ve geş bû.

(şx)

ANHA