Koçberê 18 salî malbatekê xwedî dike

Mihemed Feyad di encama êrîşên hêzên rêjîma Sûriyeyê û binpêkirinên DAIŞ'ê yên nemirovî de li dijî sivîlan neçar ma ji bajarokê El-Meyadîn koçber bibe. Ruxmî koçberbûnê jî dikaneke berberiyê di kampê de vekir û debara malbata xwe pê peyda dike.

Koçberê 18 salî malbatekê xwedî dike
Koçberê 18 salî malbatekê xwedî dike
Koçberê 18 salî malbatekê xwedî dike
Koçberê 18 salî malbatekê xwedî dike
Koçberê 18 salî malbatekê xwedî dike
8 mijdar, 2018   08:31

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Kampa El-Erîşe 30 km dikeve başûrê bajarê Hesekê yê herêma Cizîrê li Bakurê Sûriyeyê. Di nav kampê de 10 hezar koçber ji şêniyên bajarê Dêrazorê bi cih bûne. Şênî di encama binpêkirinên DAIŞ'ê û hêzên rêjîmê de ji herêmên xwe koçber bûne û li kampê bi cih bûne. Ji wan koçberan ku jiyana wî bala mirov dikişîne ciwanê bi navê Mihemed Feyad ê 18 salî ye. Mihemed ji ber rewşên ewlehiyê ji bajarokê El-Meyadîn koçber bûye.

Mihemed mîna gelek koçberan li Kampa El-Erîşe tevî kêmasiyên rêxistinan di pêşkêşkirina alîkariyan de bi cih bûye, ji ber ku ewlehî û aramî lê dît.

Niha Mihemed di nav kampê de ji bo peydakirina debara malbata xwe di pîşeya xwe ya berberiyê de dixebite.  Mihemed Feyad wiha qala serpêhatiya xwe dike: "Di sala 2014'an de li bajarokê El-Meyadîn ez fêrî pîşeya berberiyê bûm. Ez 2 salan xebitîm. Lê piştî serweriya DAIŞ'ê li bajarok, em koçber bûn û me berê xwe da Rojava."

Feyad destnîşan kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tenê koçberên bajarê Dêrazorê pêşwazî kirine û wiha domand: "Ji beriya salakê ve em li kampê bi cih bûne. Ruxmî koçberbûnê, lê em di nav kampê de bi ewlehî û aramiyê dihesin."

Mihemed Feyad ji bo peydakirina debara malbata xwe, di Cotmeha sala 2017'an de li kampê dikaneke traşê bi navê 'Beyselan' vekir. Têkildarî vê mijarê Mihemed wiha got: "Kar baş didome. Gelek kes têne gel min ji bo berberiyê, li beramberî her mirovekî ez 300 lîreyên Sûriyeyê werdigirim. Armanca min ji vekirina dikanê, peydakirina debara malbatê ye. Ji ber ku bavê min nexweş e û nikare bixebite."

Di dawiyê de Mihemed Feyad bang li rêxistinên ku li kampê dixebitin kir ku alîkariya wî bikin da ku pêdiviyên dikana xwe peyda bike û cihekî yan jî konekî nû jê re pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA