Komîteya Xizmetguzarî li Dêrazorê xebatên xwe didomîne

Komîteya Xizmetguzarî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li gundewarên rojhilat û rojavayê bajêr gelek proje pêk anîn û bi nêzîkbûna zivistanê re xebatên xwe zêdetir kirin. 

Komîteya Xizmetguzarî li Dêrazorê xebatên xwe didomîne
Komîteya Xizmetguzarî li Dêrazorê xebatên xwe didomîne
Komîteya Xizmetguzarî li Dêrazorê xebatên xwe didomîne
Komîteya Xizmetguzarî li Dêrazorê xebatên xwe didomîne
Komîteya Xizmetguzarî li Dêrazorê xebatên xwe didomîne
Komîteya Xizmetguzarî li Dêrazorê xebatên xwe didomîne
7 mijdar, 2018   09:34

DÊRAZOR

Komîteya Xizmetguzarî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê hewl dide beriya zivistanê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk bîne. Komîteyê gelek alavên giran di demeke nêz de sererast kirin ku bikarin di projeyên mezin de bidin bikaranîn û binesaziya bajarok û gundan sererast bikin.

Komîteyê şebekeyên kanalîzasyonê li bajarokên El-Besîre û Hecînê, li gundên rojhilat û Mihêmdiyê û El-Sûrê sererast kirin. Her wiha boriyên avê jî sererast kirin ku ji ber teqandina mayin û kanalan şebekeya avê ji sedî 70 hatibû rûxandin.

Der barê mijarê de komîteya sererastkirinê, karê rêya Hîmar El-Elî ku di navbera rêya giştî û malên şêniyan de ye, bi dawî kir. Her wiha rêya gundê Hîmar El-Kesra hate sererastkirin. Di planên komîteyê de heye ku xeta Ebo Xeşeb û gundên Cirwan ku tevgera çûn û hatinê lê zêde ye, were sererastkirin.

Şêniyên herêmê spasiya aliyên pêwendîdar kir ku kedeke mezin da û zehmetiyên ku rastî wan dihatin, çareser kirin.

Endamê rêveberiya Komîteya Xizmetguzarî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê Hemed El-Fehed ji ajansa me re diyar kir ku werşeyên girêdayî komîteyê bê navber kar dikin da ku rêyan sererast û fireh bikin.

(jo)

ANHA