Xelkên Efrînê : Vegera li Efrînê armanca me ya sereke ye

Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne diyar kir ku ew ji hemû zehmetiyan re amade ne û gotin armanca wan a sereke ew e ku Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin û li warê xwe vegerin.

Xelkên Efrînê : Vegera li Efrînê armanca me ya sereke ye
7 mijdar, 2018   10:00

ARIF SILÊMAN – CAFER CAFO / ŞEHBA

Gelê Efrînê yê di kampên Şehbayê de bi cih bûye, destnîşan dikin ku tu kes nikare îradeya wan bişikîne, peyamekê didin hêzên dagirker ku bizanin berxwedana wan didome û soza wan ew e ku Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin û li warê xwe vegerin.

Nûçegihanê ajansa me ANHA`yê li nav Kampa Serdemê ya li gundê Til Sosin ê Şehbayê geriya û nêrînên şêniyan der barê kiryar û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker li ser gelê Efrînê de girtin.

‘Armanca me ew e ku Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin û li warê xwe vegerin‘

Welatiyê bi navê Mihemed Hebeş destnîşan kir ku gelê Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 58 rojan li ber xwe dan û tekez kir ku ew ê berxwedan û têkoşîna xwe di kampan de jî bidomînin û wiha got: "Tu kes nikare îradeya me bişikîne." Hebeş got rêxistinên navdewletî û mafên mirovan li beramberî kiryar û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gelê Efrînê bê deng in û diyar kir ku tevî bêdengiyê jî ew ê berxwedana xwe bidomînin.

Hebeş di axaftina xwe de destnîşan kir ku demsala zivistanê hatiye, ew ê di zivistanê de li hemberî hemû zehmetiyan di kampan de li ber xwe bidin û armanca wan a sereke rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran e û vegera li warê xwe ye.

‘Me çawa li dijî dagirkeran Ii ber xwe da, em ê li hemberî zehmetiyan jî li ber xwe bidin’

Şêniyê bi navê Kamîran Mistefa li ser kiryar û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û berxwedana gelê Efrînê û şervanan wiha axivî: "Beriya ku Efrîn were dagirkirin em bi ewle dijiyan. Em di nava zeviyên xwe di dixebitîn. Lê dagirkeran êrîşî me kir. Em ji malên me derxistin û neçarî koçberiyê kirin. Darên me qut dikin û dişewitînin. Ji ber şervanên me di nava daran de şer dikin û xwe ji êrîşên dagirkeran diparastin, ji ber wê daran dişewitînin. Em niha di kampan de ne. Em ê li hemberî hemû rewşên zehmet li ber xwe bidin. Wekî ku me çawa li dijî dagirkeran li ber xwe da, em ê li hemberî hemû rewşên zehmet jî li ber xwe bidin."

Welatiyê bi navê Semîr Xelîl jî mîna hemû gelê Efrînê tekez kir ku dê Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe û heta dawiyê dê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin û wiha bi dawî kir: "Me li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 58 rojan li ber xwe da. Niha jî em di kampên Şehbayê de li ber xwe didin û em ê li warê xwe vegerin."

(bx) 

ANHA