Ji ber baran û lehiyê li kampa koçberan El-Erîşe jinek mir

Ji ber barana zêde li kampa koçberan ya bi nave El-Erîşe ya li Hesekê ku koçberên Dêrazor’ê li dimîn de jinek mir û gelek ziyan gihîşte kampê.

Ji ber baran û lehiyê li kampa koçberan El-Erîşe jinek mir
Ji ber baran û lehiyê li kampa koçberan El-Erîşe jinek mir
Ji ber baran û lehiyê li kampa koçberan El-Erîşe jinek mir
Ji ber baran û lehiyê li kampa koçberan El-Erîşe jinek mir
Ji ber baran û lehiyê li kampa koçberan El-Erîşe jinek mir
Ji ber baran û lehiyê li kampa koçberan El-Erîşe jinek mir
Ji ber baran û lehiyê li kampa koçberan El-Erîşe jinek mir
7 mijdar, 2018   09:11

DILSOZ DILDAR / HESEKÊ

Ji ber barana zêde li kampa koçberan ya li Hesekê ku koçberên Dêrazor’ê li dimîn de jinek mir û gelek ziyan gihîşte kampê.  Di rojên dawîn de baraneke zêde dibare, ji ber wê tevgera di kampê de zehmet dibe. Konên koçberan tijî av bûne. Pêwîstiyên zivistanê tune ne û alîkarî jî kêm e. 

Gelek koçber ji ber sermaya zêde nexweş ketine,her wiha jineke pîr, ji ber barana zêde çadira wê bi ser de hate xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Li aliyê din ji ber barana zêde dibistanên kampê hatin girtin. Ji ber rewşa hewa û lehiya ku li kampê çêbû, bi sedan zarok di çadirên xwe de man.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê ji destpêka ku kamp hatiye avakirin ve li gorî derfetên xwe alîkariya koçberan dike. Lê tevî alîkariyên ku ji koçberan re têne pêşkêşkirin lê ev yek têrê nake. Ji ber hejmara koçberan a zêde.

Kon bûn golên avê!

Koçberê bi navê Mihemd Elî yê ji bajarê Meyadîn ê girêdayî Dêrazorê got ev 3 meh e ji ber şerê rêjîma Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ`ê hatiye kampê, rewşa wan pir ne baş e, ji berk u konên wan hemû riziyayî ne baran derbasî çadirên wan dibe û hundirê çadirên wan dibe gola avê û zehmetiyan di çûn û hatinê de dibînin. Mihemed Elî diyar kir ku pêwîstiyên ku wan ji baranê biparêzin tune ne, her wiha alîkarî bi awayekî kêm ji wan re tê pêşkêşkirin.

Koçberên bi navên Mihemed Xelef û Metera El-Hecî jî diyar kir ku ji zivistana derbasbûyî ve wan konên nû wernegirtine û destnîşan kir ku çadirên wan riziyayî ne û ava baranê derbasî hundirê çadirên wan dibe.

Daxwazên zêde ne lê belê kes guh nadê

Qada ku konên Komseriya Karûbarên Koçberan lê ne, koçber bi rêz li pey hev disekinin û banga alîkariyê dikin. Koçberê bi navê Merhem El-Selame got rewşa wan pir xirab e, çadirên wan li ber ava baranê çûn, ji Komseriya Karûbarên Koçberan dixwazin çadirên nû ji wan re peyda bikin lê tu kesî alîkariya wan nekiriye.

Koçberan spasiya Rêveberiya Xweser kir lê destnîşan kir ku alîkariyên ku ji wan re têne pêşkêşkirin têrê nakin û divê rêxistinên mirovî pêwîstiyan ji wan re peyda bikin, ne ku Rêveberiya Xweser.

Rojane bi sedan nexweş hene

Rewşa koçberan li pêşiya nuqteya Heyva Sor a Kurd ji rewşa li pêşiya rêxistinên mirovî ne dûr e. Bi dehan koçber li wê derê kom dibin û li hêviya dora nexweşaneyê dimînin. Li gorî rêveberiya Heyva Sor rojane nêzî 220 koçberên ku ji ber sermaya zêde nexweş dikevin, berê xwe didin wan.

Bi hatina zivistanê re rewşa koçberan roj bi roj zehmettir dibe û ew li hêviya rêxistinên alîkariyê ne ku dengê wan bibihîzin û alîkariya wan bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kampa El-Erîşe 30 kîlometre li başûrê bajarê Hesekê ye. Di 1`ê Hezîrana 2017`an hate avakirin û nêzî 9 hezar koçberên ji herêmên Dêrazorê lê ne.

(bx)

ANHA