78 xwendekar li Kamerûnê hatin revandin

Komeke ku navê "Ebna Amba" li xwe dike, li bajarê Bamenda yê bakurê rojavayê Kamerûnê 78 xwendekar û mamosteyên wan revandin.

78 xwendekar li Kamerûnê hatin revandin
6 mijdar, 2018   08:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Çekdarên Ebna Ambayê sala çûyî li herêma ku bi ingilîzî diaxivin li dijî serokê hikumetê ku bi fransî diaxive derketin, da ku dewleteke serbixwe ava bikin.

Kesên ku hatine revandin di dîmenekê de ku ji hêla endamên Ebna Ambayê hatiye kişandin, têne dîtin. Ebna Ambayê Li bajarê Bamenda paytexta herêma ku bi inglîzî diaxivin li bakurê rojavayê Kamerûnê, 78 xwendekar û mamosteyê wan revandin.

Xwendekar di dîmenan de dibêjin ku Ebna Ambayê ew revandine û cihê lê hatine bicihkirin, nizanin.

Ebna Amba dibêje ku ew xwendekaran bernadin heta ku daxwazên wan pêk werin.

(jo)