Mijarên sereke yên îro yên rojnameyên erebî

Rêjîma Sûriyeyê ji bo avakirina komîteya destûrî 4 merc danîn û yek ji wan divê di bin çavdêriya wê de be û bêyî destwerdana derve be. Dewleta Tirk êrîşên xwe li dijî Bakurê Sûriyeyê berdewam dike. Washington jî piştî destpêkirina toreya duyemîn a cezayan li ser Îranê gefan li Tehranê dixwe.

Mijarên sereke yên îro yên rojnameyên erebî
6 mijdar, 2018   09:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Rojnameyan bal kişand ser xebatên avakirina komîteya destûrî û belgenameyên ku Fransa li dijî rayedarên rêjîma Sûriyeyê derxistine. Her wiha behsa cezayên Amerîkayê li ser Îranê û encamên wê li ser Iraqê kirin. Rojnameyan her wiha behsa rewşa Yemenê û çalakiya siyasî ya avakirina hikumeta Lubnanê jî kir.

El-Heyat: Enqere hebûna Amerîkayê paşguh dike û topbarana herêmên Kurdan didomîne

Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameya El-Heyat behsa êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî Bakurê Sûriyeyê kir û got ku Enqere dewriyeyên Amerîkayê li ser sînorê Bakurê Sûriyeyê paşguh dike û topbarana xwe li dijî herêmên rojhilatê çemê Firatê didomîne. Hin agahî hatin belavkirin ku Tirkiyeyê bi sedan endamên tabûrên ku alîkariya xwe ji wê digirin ji bo li dijî herêmên Kurdan şer bikin, amade dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku artêşa Tirk hin baregehên li devera Sûsik a gundewarên Girê Spî gulebaran kirine. Navendê diyar kir ku dewleta Tirk bi sedan endamên tabûran li hemberî herêmên rojhilatê çemê Firatê amade dike û got ku îstixbarata Tirkiyeyê 500 leşkerên tabûran ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin ji herêmên di bin dagirkeriya wê de ne ber bi hundirê Tirkiyeyê ve vediguhêze da ku ber bi eniyên li hemberî herêmên rojhilatê çemê Firatê yên di bin serweriya Kurdan de ne bişîne û di van du rojên dawî de jî 700 leşker veguhastine.

Şerq El-Ewsat: Peyamên Şamê ji New Yorkê re 4 mercên avakirina komîteya destûrî datîne

Girêdayî mijara avakirina komîteya destûrî rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku du peyamên ku Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd El-Muelêm û nûnerê hikumeta Sûriyeyê li NY`yê Beşar El-Caferî pêşkêşî Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Konseya Ewlehiya Navneteweyî kirine, Şam têde şandeyê navneteweyî Staffan De Mistura tawanbar dike ku qonaxên ku Sûrî di avakirina komîteya destûrî de gihîştineyê dişewitîne û bi taybet lîsteya sê alî. Her wiha diyar dike ji bo avakirina komîteyê Şamê 4 mercên xwe danîne.

Mercên hatine danîn jî ev in: "Yek; Divê hemû hêz li hemberî serweriya Komara Erebî ya Sûriyeyê û serxwebûna wê û yekîtiya wê rêzdar bin cihekî terorê li ser axa Sûriyeyê tune ye. Du; divê çalakî bi rêveberiya Sûriyeyê li ser bingeha ku gelê Sûriyeyê xwediyê mafê tekane di çarenûsa paşeroja xwe de ye û bêyî destwerdana derve. Sê; divê tu mercên pêşwext girêdayî xebatên komîteyê nehên danîn. Çar; divê pilansaziyeke demê yan muhleteke çêkirî der barê komîteyê de neyê danîn."

El-Ereb: Fransa xebatên Rûsyayê di vejandina rêjîma El-Esed de tevlihev dike

Der barê mijareke din a Sûriyeyê de rojnameya El-Ereb got ku Fransa belgenameyeke girtina navneteweyî der heqê 3 rayedarên Sûriyeyê yên paya bilind di îstixbaratê de derxistine û ev mijar bandoreke neyînî li xebatên Moskov ya vejandina rêjîma El-Esed dike.

Ev ragihandina Fransayê di demeke hesas de hat û di heman dema cezayên Amerîka li ser Îranê pêk tê.

Çavkaniyên dadgerî diyar kir ku ev belgenameya Fransa li dijî serokê buroya ewlehiya niştimanî ya Sûriyeyê Tugay Elî Memlûk, serokê rêveberiya îstixbarata ezmanî ya Sûriyeyê tugay Cemîl Hesen, erkdarê şaxa lêprisînê yê rêveberiya istixbarata ezmanî di zindana Mezê ya leşkerî de Tugay Ebdilselam Mehmûd de ne.

Îran

Girêdayî mijarên Îranê rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku piştî çend saetan ji destpêkirina toreya duyemîn a cezayên Amerîka li ser Îranê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo gefa zextên zêde li Îranê xwarin û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Washington gefa zextên bêrehmet li Îranê dixwe."

Rojnameya El-Heyat jî diyar kir ku serokê Îranê Hesen Rohanî hevpîşeyê xwe yê Amerîka Donald Trump bi serokê berê yê Iraqê Seddam Hisên dişibîne û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Rûhanî Trump wekî Seddam dibîne û behsa derketina şerekî dike."

Lubnan

Der barê çalakiya siyasî ya avakirina hikumeta Lubnanê de rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "El-Herîrî di cih de nemaye. Berî jî banga rûniştina parlemanê dike."

Iraq

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya El-Ereb behsa bandora cezayên Amerîka li ser Îranê li Iraqê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Wezareta Hundirîn a Iraqê û kaxeza Îranê û hevkarên wê ji bo binpêkirina qedexeya Amerîka."

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hizbullah a Lubnanê bi hêz derbasî aloziya avakirina hikumeta Iraqê dibe."

Yemen

Der barê mijar û aloziya Yemenê de rojnameya El-Heyat behsa xebatên siyasî ya peydakirina çareseriyekê ji aloziya Yemenê re kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Koalîsyona Erebî piştrast dike ku ew dixwaze aloziya Yemenê di demeke lezgîn de bi dawî bike."