'Azadiya me rûmeta me ye.. ji koledariya jinan re na'

Rêveberiya Jin a Dêrazorê bi hevkariya Yekîtiya Jinên Ciwan re hemleya xwe ya roja cîhanî ya li dijî tundiya li ser jinan bi daxuyaniyekê dest pê kir.

'Azadiya me rûmeta me ye.. ji koledariya jinan re na'
'Azadiya me rûmeta me ye.. ji koledariya jinan re na'
'Azadiya me rûmeta me ye.. ji koledariya jinan re na'
'Azadiya me rûmeta me ye.. ji koledariya jinan re na'
5 mijdar, 2018   11:33

DÊRAZORÊ

Bi nêzîkbûna roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan Rêveberioya Jin a Dêrazorê bi hevkariya Yekîtiya Jinên Ciwan a Dêrazorê bi daxuyaniyekê dest bi hemleya xwe ku dê gelek çalakiyan têde lidar bixîne kir.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiyê Şehrezad El-Casim ve hate xwendin û têde wiha hate gotin: "Em weke Rêveberiya Jin a Dêrazorê destpêkirina hemleya xwe di bin durişmeya "Azadiya me rûmeta me ye.. ji koledariya jinan re na" radigihînin. Bê guman jinên Dêrazorê rastî îşkenceyên giran ên canî û derûnî hatine û gelek ji van jinan tundiya li dijî wan tê meşandin nas nakin.

 Hovîtiya artêşa Tirk a dagirker li dijî zaroka bi navê Sara Mistefa nîşana vê yekê ye. Her wiha zewicandina zarokan diyardeyeke gelekî li herêmê belav bûye. Di hemleyê de çalakiyên cûda dê bêne pêşandan.

 Di dawiya çalakiyan de jin dê di roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de xwepêşandanekê li dar bixînin û di dawiyê de daxuyaniyek dê were dayîn.

ANHA