Rêxistinên jinan: Divê aliyên destdirêjiya Sûriyeyê dikin bêne darizandin

Meclisa Jinên Sûriyê û rêxistinên civaka sivîl bi daxuyaniyekê bang li desteyên mafên mirovan kirin ku ji bêdengiya xwe der barê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyê derkevin.

Rêxistinên jinan: Divê aliyên destdirêjiya Sûriyeyê dikin bêne darizandin
5 mijdar, 2018   11:51

QAMIŞLO

Meclisa Jinên Sûriyê û rêxistinên civaka sivîl bi daxuyaniyekê êrîşên artêşa tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kirin. Her wiha destnîşan kirin ku divê tirkiyê li gorî pîvanên rêzgirtina dewletên cîran tevbigere û êrîşên ku ewlehiya herêmê tevlîhev dike, bisekenîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin bajarê Kobanê jinûve xwe ji bermahiyên şerê çeteyên DAIŞ`ê xilas dikir lê careke din dewleta Tirk a dagirker êrîşî kantonên Kobanê û Girê Spî dike, di encama wê de du endamên hêzên Erka Xweparastinê û zaroka bi navê Sara (6) şehîd bûn her wiha rojnamevan û sivîlan dikin hedef.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku artêşa Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve destdirêjiyên xwe li axa Sûriyeyê dike û di encamê de gelek herêmên Sûriyeyê û Efrînê jî dagir kirin. li hemberî van destdirêjiyên artêşa Tirk bêdengiya civaka navnetewî hêjî berdewam e. dewleta Tirk di êrîşên xwe de hemû pîvan û qanûnên mirovahiyê binpê dike û der heqê welatiyên Efrînê de komkujiyan pêk tîne û demografiya wî diguherîne. Her wiha bi sedhezaran welatiyên Efrînê koçber kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em weke Meclîsa Jin a Sûriyê û rêxistinên civaka sivîl bang li dezgehên mafên mirovan ên navnetewî û herêmî dikin ku li hemberî van destdirêjiyên li dijî welatiyên Sûriyeyê nemaze der heqê welatiyên Efrînê de derbikevin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku evan destdirêjiyên Tirkiyeyê di asta sûcên şer û sûcên dijmirovahiyê ne û divê berpirsyarên van destdirêjiyan ji aliyê civaka navnetewî ve bîne darizandin.

Rêxistinên ku ev daxuyanî dane ev in: "Toreya Pêşegên Aştiyê, Rêxistina Şar, Rêxistina SSCD, Rêxistina Zemîna Hevbeş, Rêxistina Stêr, Rêxistina Doz, Rêxistina Bêl, Rêxistina Şawîşka, Rêxistina Sara, Weqfa Jinan, Komeleya Comerd, Navenda Aştî, Navenda Mîtan, Rêxistina Şemis, Rêxistina Beledna, Rêxistina Etai ya Sînornenas, Rêxistina Mafên Mirovan û Meclîsa Jinên Sûriyeyê."

ANHA