Rohanî: Em ê petrolê derbifiroşin û cezayan binpê bikin

Serokê Îranê Hesen Rohanî der barê qonaxa duyemîn a cezayên Amerîka li ser Îranê de ku îro dikeve meryetê helwesta xwe nîşan da û got ku dê petrola xwe derbifiroşin û dê cezayan binpê bikin.

Rohanî: Em ê petrolê derbifiroşin û cezayan binpê bikin
5 mijdar, 2018   11:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Di bersiva yekemîn a Îran li hemberî pêkanîna qonaxa duyemîn a cezayên Amerîka li ser Îranê serokê Îranê Hesen Rohanî diyar kir ku Tehran dê petrola xwe derbifiroşe û dê cezayan binpê bike. Rohanî di axaftinekê de ku telefîzyona hikûmeta Îranê weşandiye de wiha got: "Amerîka dixwaze derfirotinên petorla Îranê daxîne sifrê. Lê em ê derfirotina xwe berdewam bikin û em ê cezayan binpê bikin.

Rohanî ku ji komeke aborînasan re diaxivî wiha got: "Em di rewşeke şer de ne. em li hemberî şerekî aborî rû bi rû ne. em şerê dijminekî desthilatdar dikin û divê heta serkeftinê em li ber xwe bidin."

Qonaxa duyemîn a cezayên Amerîka li ser Îranê îro ket meryetê û beşên enerjiya Îranê armac dike. Nemaze piştî ku Waşinton ji hevpeymana navnetewî ya nuklerî bi Îranê re vekişiya.