Alîkariyên ku pêşkêşî kampa El-Rikban hate kirin têra mehekê nakin

Serokê Buroya karên sivîl li kampa El-Rikban got ku alîkariyên ku gihîştin kampê têde madeyên xwarinê, cilên zarokan û derman bûn û da zanîn ku ev alîkarî têra mehekê nakin.

Alîkariyên ku pêşkêşî kampa El-Rikban hate kirin têra mehekê nakin
5 mijdar, 2018   11:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh alîkariyên ku Amerîka pêşkêşî kampa El-Rikban a li ser sînorê Sûrî-Urdunê kirbû gihaşt wir, Amerîka got ku wan alîkarî ji bo 50 hezar kesî pêşkêşî kampê kirine.

Nûnerê Netewên Yekbûyî û Koordînatorê alîkariyan li Sûriyê Elî El-Zeterî wiha got:"Di dema ku em alîkariyan digrin, divê ku em çareseriyeke ji sivîlên di kampa El-Rikban re bibînin."

Li gorî ku Buroya karên sivîl li kampê diyar kir ku alîkariyên ku derbasî kampê hate kirin derdora 1400 ton ji madeyên alîkariyê ne, serokê buroya karên sivîlan li kampê Ebdullah El-Eqbê destnîşan kir ku alîkariyên ku hatine, madeyên xwarinê, cilên zarokan, aşlekirinê û dermanan bû.

El-Eqbê diyar kir ku her malbatek wê pareke xwarinê, pêdiviyên tendirûstî û cilan werbigirin û wiha pêde çû,"Alîkarî têra malbateke ku ji 5 kesan pêk tê dike. belavkirina alîkariyê wê bê cûdanbûn li her kesî were belav kirin".

Wezîra derve yê Amerîka ev pêngava pîroz kir, berdevka bi navê wê Heather Naort di daxuyaniyê de wiha got:"Em hêvî dikin ku Rûsya bihêle ku Rêjîm alîkariyan derbasî hemû Sûriyê bike."

Di daxuyaniya Netewên Yekbûyî de gotin ku Heyva Sor a Sûriyê beşdarî hemleya dermankirina bi hezaran zarokan li dijî Hesbê, felca zarokan û nexweşiyên din.

(jo)