Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê yên li devera bêçek berdewam hevpeymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de binpê dikin. Hêzên rêjîmê jî topbarana xwe li dijî heman deverê didomîne. Li Bakurê Sûriyeyê dewriyetên Amarîka li ser sînor geriyan da ku rê li pêşiya êrîşên Tirkiyeyê li dijî QSD'ê bigire. Tehran hêza xwe mezin dibîne ku dikare gefan li berjewendiyên leşkerî yên Amerîka li herêmê bixwe û diyar kir ku gemiyên balefiran di bin serweriya fûzeyên Îranê de ne.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
5 mijdar, 2018   09:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa rewşa dawî ya devera bêçek a li derdora parêzgeha Idlibê kirin û bal kişandin ser meşandina dewriyetên Amerîka li Bakurê Sûriyeyê. Rojnameyan her wiha behsa xebatên avakirina komîteya destûrî ya Sûriyeyê kirin. Rojnameyan bal kişandin ser rewşa dawî ya Yemenê û xebatên avakirina hikûmeta Îraqê û geşdanên hevpeymana di navbera Hemas û Îsraîl û cezayên Amerîka li ser Îranê.

Girêdayî mijara êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê rojnameya El-Ereb behsa meşandina dewriyetên Amerîka li sînorê Bakurê Sûriyeyû kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ji bo rêgirtina li pêşiya êrîşên Tirkiye li dijî Kurdan Amerîka dewriyetên xwe li Bakurê Sûriyeyê dide meşandin."

Der barê rewşa li parêzgeha Idlibê de rojnameya El-Heyat behsa binpêkirina hevpeymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li devera bêçek a Idlibê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Şam rêxistinên terorîst bi binpêkirina agirbesta li Idlibê tewanbar dike".

Girêdayî mijareke din a Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa xebatên avakirina komîteya destûrî kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Şandeyê Pûtîn li Şamê û Tehranê ji bo çareserkirina girêka komîteya destûrî."

Der barê aloziya Yemenê de jî rojnameya El-Ereb behsa rewşa leşkerî li bajarê El-Hudeyda kir û manêşteke xwe wiha bi nav kir: "Devera eniya pêşên di navbera hêzên Yemenê û Hosiyan de hildiweşe û vegerandina El-Hudeyda nêzîk bûye."

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî li ser navê serokê Yemenê Ebid Rebo Mensûr El-Hadî diyar kir ku çalakiyên leşkerî li Sehda heta rizgarkirina peytextê Senha dê berdewam bibin û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hadî; Em ê alê li Meran bilind bikin û Senha rizgar bikin".

Girêdayî mijarên Îranê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Guhertinên di enerjiya berhemdayînê û rêjeyên wê li Kendavê amadekariyên cezayên li ser Îranê ne."

Rojnameya El-Heyat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Zîrevanên Şoreşgerî gefan li berjewendiyên leşkeîr yên Amerîka dixwe".

Der barê xebatên çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Îraqê de rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Aloziyeke nû gefan li Îraqê dixwe ji ber ku avakirina pêkhatebûna wezaretan hatiye astengkirin."

Rojnameya El-Heyat jî behsa rewşa ewlehî ya Îraqê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "riyên veguhestina pereyan ber bi Mûsilê ve li rex qedexekirina alûgoran".

Girêdayî mijarên Filistînê jî rojnameya Şerq El-Ewsat behsa danûstandinên di navbera Tevgera Hemas û hikûmeta Îsraîl de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hemas xwepêşandanên rojên Înê ji biriyara rawestandina xwepêşandanan cûda dike û soza aştîbûna wan dide."