Sûka Minbicê pêdiviyên demsala zivistanê difiroşe

Bi hatina zivistanê re bazarên bajarê Minbicê bi sobe û cilên zivistanî hatine dagirtin, di heman demê de tevgera welatiyan ji bo kirîna pêdiviyên demsala zivistanê zêde bûye.

Sûka Minbicê pêdiviyên demsala zivistanê difiroşe
Sûka Minbicê pêdiviyên demsala zivistanê difiroşe
Sûka Minbicê pêdiviyên demsala zivistanê difiroşe
Sûka Minbicê pêdiviyên demsala zivistanê difiroşe
Sûka Minbicê pêdiviyên demsala zivistanê difiroşe
Sûka Minbicê pêdiviyên demsala zivistanê difiroşe
Sûka Minbicê pêdiviyên demsala zivistanê difiroşe
Sûka Minbicê pêdiviyên demsala zivistanê difiroşe
5 mijdar, 2018   08:28

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Bi hatina demsala zivistanê re, şêniyên Minbicê amadekariya xwe ya pêşwazîkirina zivistanê dikin û pêdiviyên xweparastina ji sermê dikirin.

Li bajarê Minbicê gelek dikanên cilên zivistanê ji cawên rîs, betanî û cilên zivistanê difroşin, her wiha dikanên bazirganiyê sobeyan hin ji wan li ser mazotê tê bikanîn tê firotin û li gelek dikanan heye û li gorî ku şêniyên bajêr dibêjin bi nirxekî baş tê firotin.                                                                                                                                                                         

Yek ji xwediyê dikanên firotina alavên germkirinê Hesen El-Ehmed wiha dibêje: "Me pêdiviyên yekem ji alavên germkirinê anîne û li gorî sala berê, îsal alav zêde ne."

El-Ehmed wiha dewam kir "Bi hatina zivistanê re daxwaza şêniyan ji bo alavên germkirinê zêde bibe, tabyet piştî ku baran bariya ye."

Gelek cureyên alavên germkirinê li sûkan tê firotin û li nirxê her cureyekê li gorî wê tê dayîn, buhaya îsal di navbera 10 hezaran heta 40 hezaran leyreyên sûrî ji her sobeyekê re ye.

Derbarê mijarê, xwediyê dikana firotina alavên germkirinê yên elktirîkê Cemîl El-Hîlal wiha got:"Etmosfêr hate guhartin û em ketin demsala zivistanê, şênî jî alavên germkirinê yên elktirîkê û yên mazotê dikirin."

Buhaya van alavan di navbera 2 hezaran heta 6 hezarên leyreyên sûrî.

Komîteya Sotemeniyê li bajarê Minbicê 51 hezar û 443 letre ji madeya mazotê li ser şêniyan belav kir û belavkirina mazotê heta niha dewam dike.

Welatiyê bi navê Ehmed Şeban jî axivî û gotin ku piştî barîna baranê me mazot kirî, ji ber ku bileya germbûnê daket û zarok jî nikarin sermê tehmûl bikin û wiha got:"Hemû pêdiviyên zivistanê li sûka Minbicê hene, çi ji celên rîs û çi ji alavên germkirinê."

(jo)

ANHA