Kevintirîn rêbazên peydakirina êma sewalan li Cizîrê

Çandiniya El-Bîwan yek ji kevintirîn rêbazên peydakirina êma sewalan li herêmên Cizîrê ye û di aliyê aboriya xwediyên sewalan û tenduristiya sewalan gelek sûd jê tên wergirtin.

Kevintirîn rêbazên peydakirina êma sewalan li Cizîrê
5 mijdar, 2018   09:37

QAMIŞLO / RÊNAS REMO

Cotkarên navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê ku sewalan xwedî dikin, çandiniya El-Bîwan dikin. El-Bîwan ew e ku genim, cihe û nîskan di nava hevûdu de di meha îlûnê de diçînin da ku êma sewalên xwe yên demsala zivistanê peyda bikin. Ev rêbaza peydakirina êma sewalan a kevintirîn li herêmê ye.

Cotkar li gorî hejmara seriyên sewalên xwe zeviyên xwe bi El-Bîwan diçînin û di demeke kêmtirî 2 mehan de êm temam dibe û ev rêbaz ji bo xwediyên sewalan baştirîn e û ev êma tê wergirtin jî şîrê sewalan zêde dike.

Cotkar El-Bîwan du caran diçînin cara yekemîn di destpêka meha îlûnê de û cara duyemîn jî di dawiya meha Îlûnê de diçînin. Her wiha piştî ku hilberîna El-Bîwan werdigirin sewalên xwe li şûna wê diçêrînin û heta destpêka meha buharê dom dike.

ANHA