‘1989‘an xala destpêkê bû‘

Apê Umer Mihemed di sala 1989‘an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye dibêje, “sala 1989’an xala destpêkê ya têkoşîna min bû.”

‘1989‘an xala destpêkê bû‘
5 mijdar, 2018   06:44

HENAN MIHEMED – ROZANA DADO / HELEB

Welatiyê bi navê Umer Mihemed 54 salî ye, ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye. Wekî ku Apê Umer dibêje têkoşîna wî bi hevdîtina wî ya yekem a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest pê kiriye.

Apê Umer du caran Ocalan dîtiye û pêre sohbet kiriye. Cara yekem li taxa Cemîliyê ya Heleb di sala 1989‘an de û cara duyemîn jî li Lubnanê sala 1991‘an  ev dîtin pêk hatiye.

Apê Umer li ser hevdîtina xwe ya bi Ocalan re dibêje, nirxandinên Ocalan moraleke mezin da wî û wiha tîne ziman: "Rêbertî di axaftinên xwe de giranî dida xweparastinê. Ji ber ku gelê Kurd dihat hedefgirtin. Moralê ku rêbertî daye me di Şoreşa Rojava de diyar dibe."

Apê Umer, destnîşan dike ku Ocalan qala girîngiya ferd xwe bi rêxistin bike û li beramberî civakê xwe berpirsyar bibîne kiriye û wiha domand: "Rêbertî digot, pêwîste her mirovekî armanceke xwe hebe û ji bo armanca xwe pêk bîne divê kar bike. Rêbertî girîngiya xweparastinê dest nîşan dikir. Her wiha teqezî li ser girîngiya ku gelê Kurd li çanda xwe vegere dikir."

Têkildarî rewşa gelê Kurd li Rojava, “Umer anî ziman ku Ocalan dema hat Rojava, dît ku gelê Kurd tiyê azadiyê ye û digot; Pêşerojeke ronî, tijî têkoşîn û gavên mezin li benda gelê Rojavaye.” Apê Umer destnîşan kir ku pêşbiniyên Ocalan îro pêk tên. Ji bo wî jî divê herkesek li van destekeftiyên ku îro çêbûne xwedî derbikeve.  

Ocalan di parêznameya xwe ya 5‘emîn de destnîşan dike ku dê guhertinên nû li Rojhilata Navîn rû didin. Li ser vê mijarê apê Umer pênaseya ku rêber Ocalan dibêje “Ne tenê Kurd, hemû gelên Rojhilata Navîn bindest in." bi bîr dixe.”

Du zarokên apê Umer di têkoşîna azadiya de şehîd bûne. Perwîn Egîd, di berxwedana Kobanê ya sala 2014‘an a li dijî çeteyên DAIŞ‘ê şehîd bûye û Egîd Çiya di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye.

ANHA