‘Sara bû qurbaniya lihevkirinên dewletan’

Siyasetmedarên jin ên bajarê Helebê li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker banga hevgirtinê li hemû jinan kirin û gotin: "Sara bû qurbaniya lihevkirinên gelek welatan li ser gelê Bakurê Sûriyê."

‘Sara bû qurbaniya lihevkirinên dewletan’
5 mijdar, 2018   07:35

SÎLVA MÛSTEFA / ROZANA DADO / HELEB

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker di rojên dawî de êrîşî gundên rojavayê Kobanê, Girê Spî û Tirbespiyê kirin. Di encama êrîşên li dijî van herêman, du şervanên Hêzên Erka Xweparastinê û zarokek 6 salî bi navê Sara Mustefa şehîd bûn û hin sivîl jî birîndar bûn. Her wiha ziyan gihiştim mal û milkên welatiyan, di heman demê de du nûçegihanên ajansa me ANHA‘yê dema ku êrîşî dişopandin, birîndar bûn.

Têkildarî mijarê siyasetmendarên jin ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku Tirkiyê bi van êrîşên xwe biratiya gelan û jiyana hevbeş a dike hedef.

‘Dixwazxin îrada me tune dikin’

Cîgira Rêveberiya Buroya Jin a Partiya Pêşrojê ya Sûriyê a Helebê Sebîha Efaşa a ji pêkhateya ereb bal kişand li ser lûtkeya çaralî ya li Senbolê û diyar kir ku civîna çaralî niyeta Tirkiyê eşkere dike.

Sebîha derbarê mijarê de wiha axifî:"Dewleta Tirk a dagirker dest bi êrşên hovane li dijî herêmên Bakurê Sûriyê kir. Sara, ya 6 salî bû qurbaniya lihevkirinên gelek dewletan a ku li ser têkbirina îradeya gelê Bakurê Sûriye hatiye çêkirin."

Sebîha Efaşa bi navê Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê êrîşên dewleta Tirk û qetilkirina zarokan şermezar kir û teqez kir ku ew ê têkoşîna xwe ya parastina destkeftiyên gelan û mafê zarokên Sûriyê bidomînin.

Cîgira Rêveberiya Buroya Jin a Partiya Pêşrojê ya Sûriyê Sebîha Efaşa axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Wekî jinên Sûriyê em banga çareseriya aştiyane û diyalogên navxweyî, dûrî mudaxeleyên derve dikin."

Endama Hevbendiya Niştimaniya Demokartîk a Sûriyê Leyla Reşîd êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyê şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Tirkiyê bi bihaneya hebûna terorîstan Efrîn dagir kir, îro êrîşê deverên bi ewle yên sivîlan dikin."

‘Erdoğan terorîstan di parêze’

Leyla her wiha îdiayên Tirkiyê û tewanên wê yên li dijî gelê Sûriyê ku wê bi terorê pênase dike şermezar kir û destnîşan kir ku terorîst û radîka li Idlibê ne, lê dagirkerî çavê xwe ji wan re digire, da ku pilanên xwe yên Osmanî zindî bike pêk bîne. Ev yek nîşaneyeke diyar e ku hikûmeta Erdogan terorê temsîl dike.

Endama Hevbendiya Niştimaniya Demokartîk a Sûriyê Leyla Reşîd diyar ku mebesta Tirkiyê şikandina îradeya jinê ye û bang li hemû jinên Sûrî kir ku li hemberî pilanên dagirkeriya Tirkiyê hevgirtina xwe xurt bikin.

ANHA