‘Civînên derbarê krîza Sûriyê de şeklî ne’

“Dewletên herêmî û cîhanê ji bo berjewendiyên xwe pêk bînin di civînên şeklî de ku nûnerên rasteqîn ên Sûriyê nayên beşdarkirin mûzakereyan dikin.”

‘Civînên derbarê krîza Sûriyê de şeklî ne’
5 mijdar, 2018   06:24

SÎLVA MUSTEFA / HELEB

Berpirsê Buroya Rêxistinî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriya yê bajarê Helebê Welat Ala di anî ziman ku, çarenûsa gelê Sûriyê mîna kevirên şatrancê di destê hêzên derve û herêmî de ye ku dixwazin temenê aloziyê ji bo berjewendiyên xwe dirêj bikin û got: "Dewletên herêmî ji bo berjewendiyên xwe pêk bînin di civînên şeklî yên ku nûnerên rasteqîn ên Sûriyê nayên beşdarkirin de mûzakereyan dikin. Civînên wan jî ji azadî û demokrasiyê dûr e û hemû dirûşmeyên wan derew in."

Ala, di hevdîtina xwe ya li gel ajansa me de bal kişand li ser lûtkeya çaralî ya di navbera "Tiriyê, Elmanya, Fransa û Rûsya" de û ev tişt anî ziman: "Her kesî texmîn dikir  ku ev civîn bi mijara çareserkirina aloziya Sûriyê û guftogoya derbarê destura Sûriyê wê were lidarxistin. Lê mixabin, ti aliyên Sûrî di beşdarî civînê nekirin.

Welat, di nava axaftinên xwe de diyar kir ku aliyên derve, di serî de dewleta Tirk binpêkirin û pilanên xwe yên li djî gelê Sûriyê didomînin. Delîlê vê  yekê guhertina demografiya Efrînê ye. Kuştin, koçberkirin, şerê li hemberî dar, mirov û keviran e. Civaka navdewletî jî ji van binpêkirinan re bêdeng dimîne.

Divê gelê sûrî bixwe destûrê amade bike

Girêdayî mijara destûra Sûrî, Welat ev tişt got: "Diyalogên li ser distûra Sûriyê ku ji aliyê hêzên derve ve tên kirin wê li Sûriyê krîzê çareser nekin. Destûra ku di destê aliyên derve ve were amadekirin ew ê çawa mafê gelê Sûriyê, ji Kurd, Ereb, Asur, Tirkmen û hwd mîsoger bike! Em hemû dizanin ku xema wan aliyan berjewendiyên xwe di distûrê de pêk bînin û ti alaqeya xwe bi taybetmendiyên civaka Sûrî de nîn in."

Berpirsê Buroya Rêxistinî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriya yê bajarê Helebê Welat Ala di dawiya axaftina xwe de, bang li hêz û partiyên Sûrî kirin ku li hemberî mûdaxeleyên derve hevgirtina xwe xurt bikin da ku karibin dawî aloziyê bînin ku destpêkê mirovî Sûriyê dike heve.

ANHA