Kêmasiyên nexweşxaneya Tebqayê tên temamkirin

Piştî bendewariyeke demdirêj hejmareke nû ya textên nexweşan gihaştin Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê.

Kêmasiyên nexweşxaneya Tebqayê tên temamkirin
Kêmasiyên nexweşxaneya Tebqayê tên temamkirin
Kêmasiyên nexweşxaneya Tebqayê tên temamkirin
Kêmasiyên nexweşxaneya Tebqayê tên temamkirin
4 mijdar, 2018   12:40

TEBQA

Rêveberiya nexweşxaneya Tebqa beriya niha ji rêxistinên têkildar hejmareke textên nexweşan xwestibû da ku bi rêk û pêk pêşwaziya nexweşan bike. Piştî bendewariyeke demdirêj 40 textên nexweşan gihaştin nexweşxaneyê û rêveberiyê jî ew li beşên ku pêwîstî pê zêde ye, belav kirin.

Niha hejmara giştî textên nexweşan di nexweşxaneyê de 60 text in û piraniya wan ji aliyê têkildar bi hekariya Komîteya Tenduristî ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê hatine wergirtin.

Nexweşxaneya El-Wetenî di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de veguherî baregeheke çeteyan û giştî alav û amûrên wê hatin dizîn.

Hêjayî gotinê ye alîkariya ku pêşkêşî nexweşxaneyê tê kirin, têrê nake û rêveberiya nexweşxaneyê di pêşwazîkirina gelek nexweşan de rastî astengiyan tê.

ANHA