Li Dêrazorê 11 leşkerên rêjîm û Rûsyayê hatin kuştin

Di encama teqîna mayinekê li avahiya ewlekariyê ya Cezayê li bajarê Dêrazorê, 11 endamên tabûra pêncemîn a girêdayî hêzên rêjîmê û Rûsyayê hatin kuştin.

Li Dêrazorê 11 leşkerên rêjîm û Rûsyayê hatin kuştin
4 mijdar, 2018   10:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku teqînek li avahiya ewlekariyê ya Cezayê ya li bakurê çerxerêya Panorama li ser rêya Dêrazor û Şamê, pêk hat.

Li gorî ku çavkanî diyar kir ku 11 leşkerên tabûra pêncemîn di nav de 6 kes Rûsî, hatin kuştin. Tê gumankirin 6 rûsiyên di nav de ji şerîketa ewlekariya Rûsyayê ne û tê payîn ku hejmara kuştiyan bilind bibe ji ber ku birîndar zêde ne.

(jo)