MSD: Kujerên El-Eqbat ji kujerên Sara ne cuda ne

MSD’ê diyar kir ku kujerên êrîşî El-Eqbat kirine ji kujerên Sara Mistefa ku sekvanekî artêşa Tirk hedef girtibû ne cuda ne. MSD'ê diyar kir ku êrîşa li dijî El-Eqbat israra Misriyan li dijî terorê zêde dike.

MSD: Kujerên El-Eqbat ji kujerên Sara ne cuda ne
4 mijdar, 2018   10:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Girêdayî êrîşên terorîst li dijî welatiyên El-Eqbat ên Misrê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê sersazî ji maltabên şehîdan û Komara Misr, hikumet û gel re xwest.

MSD'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kujerên ku êrîşî welatiyên El-Eqbat kirine ji kujerên zaroka bi navê Sara Mistefa ne cuda ne û wiha got: "Em wek endamên MSD'ê van êrîşên terorîst bi tundî şermezar dikin. Em piştrast dikin ku israra welatiyên Misrê ji ber van êrîşan li dijî terorê zêde dike. Em şifayê ji birîndaran re dixwazin."

Di 2'yê Mijdara 2018'an de komeke welatiyên El-Eqbat ên Misrê dema ku ber bi Dêra El-Enba Samûîl ve ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Misrê rastî êrîşekê hatin û di encamê de 7 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û 17 welatiyên din jî birîndar bûn.